Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin 2022-11-16 10:36:25   ENQERE - Danişîna biryarê ya doza malbata Dedeogûllari sibe tê lidarxistin. Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir ku daraz hewl dide demildest vê dosyayê bigire û wiha bang kir: “Ev danişîn pir girîng e. Banga min li hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û raya giştî ew e ku tev li danişînê bibin.”    Di 12’ê gulana 2021’an de malbatên Keleş û Çalik li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anî. Li ser vê yekê malbatê serî li Midûriyeta Emniyetê da û diyar kir ku ewlehiya canê wan nîne û tevdîra parastinê xwestin. Lê ji ber ku tevdîrên parastinê nehatin girtin, malbat di 30’ê tîrmeha 2021’an de dîsa rastî êrişê hat û ji malbatê 7 kes ji hêla tetîkkêş Mehmet Altûn ve hatin qetilkirin. Di doza têkildarî êrişa ewil de 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê di 28’ê cotmehê de biryara xwe da. Dadgehê ji bo girtî Alî Keleş û Lutfû Keleş biryara berdanê da. Ji bo daxistina sûcên bersûcên din jî got; ‘ “tehrîkkirina nerewa heye.”    Danişîna doza kujer Mehmet Altûn ku 7 kes qetil kiribû, sibe dê were lidarxistin û tê payîn ku di vê danişînê de biryar bê dayîn. Doz, dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Mehdî Zana Akkaya têkildarî êrişê û komkujiyê bi ajansa me re axivî.    Parêzer Akkaya, da zanîn ku kesên di êrişa 12’ê gulanê de cih girtin û di doza êrişê de weke bersûc hatin darizandin, di dosyaya komkujiyê de jî weke pêdanker tên darizandin û wiha got: “Dozgerê ku di dosyaya komkujiyê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, dosyaya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê weke sedema cezakirinê nîşan da. Bal kişandibû ser ku komkujî piştî êrişa 12’ê gulanê hatiye kirin û tu neyartiya tetîkkêş Altûn bi miwekîlên me yên hatine qetilkirin re nîne.  Di doza êrişê de gelek hukmên CMK’ê yên mecbûrî bi cih ne anîn û daxwazên me bêyî ku hincetekî nîşan bidin red kirin. Bi vî awayî jî biryar dan. Cezayên pir sivik dan ku weke henekên xwe bi me bikin. Ji bo hemû bersûcan serî li ‘tehrîkkirina nerewa’ dan.”   HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Bi domdarî Akkaya anî ziman ku hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin û wiha domand: “Di roja êrişê de 3 polîs li cihê bûyerê bûn. Eleqeya yekî ji wan qet bi bûyerê re nîne. Ji kêliya bûyerê heta şeva rojek piştre, bersûc û ew polîs li ser telefonê ji hev re peyam şandine. Tên arastekirin. Me xwest ku ji ber tunekirina delîlan û bandora wan a li ser bûyerê li van polîsan bê guhdarîkirin lê ev daxwaza me red kirin. Her wiha hemû bersûce di dosyaya komkujiyê de weke pêdanker dihatin darizandin û me xweset ku her du dosya bibi yek. Dadgehê ev daxwaza me jî red kir. Dadgehê daxwaza me ya ji bo berfirehkirina lêkolînê û temamkirina kêmaniyan jî bêyî ku hincetekî nîşan bide red kir. Li ser vê yekê me jî ji bo danişîna biryarê daxwaza guherandina dadger kir. Şandeya dadgehê jî ev daxwaz weke ‘hewldana ji bo dirêjkirina darizandinê’ nirxand û ev daxwaz li me vegerand. Li ser vê yekê jî me jî li gel hemû wekîlên beşdaran û Çetîn Dedeogûllari got ku em nabin hevkarê vê yekê û ji eywana danişînê derketin. Em li wir nebûn lê biryar hat dayîn.”    SEDEMÊN NÎJADPEREST: HÛN KURD IN    Di berdewamê de Akkaya destnîşan kir ku daxwaz kirine ku li gorî xalên 76 û 77’emîn ên TCK’ê ku sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê sererast dike parastinên pêvek bidin bersûcan û wiha domand: “Hevdîtinên bersûcên girtî yên bi endamên malbatên xwe re û di îfadeyên kuştiyan ên di giliya piştî êrişa 12’ê gulanê de gotinên êrişkanan ên weke ‘Em ulkucu ne, dê we tune bikin’ û ‘Hûn kurd in, em ê we bikujin’ hene. Piştî van gotinan, di 30’ê tîrmehê de komkujiyek çêbû. Anku ev gef, gefên ji rêzê nînin. Me got ku pir pêkane ku ev gef bi cih bên. Heke di darizandina cezayê de ji bo cezakirina bersûcan di îdianameyê de tesnîfa sûc hatibe kirin û darizandin li gorî wê bidome, wê demê pirsgirêk nîne. Lê heke di dema teqîbatê de sûcek derketibe holê, dadgeh parastina pêvek dide û dikare li gorî vê biryarê bide. Lewma jî me got ku di dema darizandinê de ji bo xalên 76 û 77 ên TCK’ê delîlên şênber derketine holê û me xwest ku dadgeh parastina pêvek bide bersûcan û biryara xwe li gorî vê bide. Lê dadgehê ev daxwaz bêyî ku hincetekê nîşan bide, red kirin. Di dosyayê de yek ji mijarên girîng ê kêm jî ev e.”    DI NAVBERA TETÎKKÊŞ Û MALBATÊ DE NEYARTIYEK NÎNE   Têkildarî axaftinên tetîkkêş Mehmet Altûn ên bi Beşa Lezgîn a 112’ê û bi polîsan re jî Akkaya ev tişt anî ziman: “Di van axaftinan de xuya dibe ku di navbera tetîkkêş û malbata Dedeogûllari de neyartiyek nîne. Jixwe dema dikeve baxçeyê malê jî xwe weke xebatkarekê şaredariyê nîşan dide. Li bendê dimîne ku temamiya endamên malbatê li baxçeyê malê kom bibin. Endamên malbatê li baxçe kom dibin lê şika jê nabin. Ji ber ku nas nakin. Di navbera wan de neyartiyek nîne. Ev jî nîşan dide ku malbatên Keleş û Çalik hewl dane êrişa 12’ê gulanê bi rêya tetîkkêşekî bigihînin encamê. Tetîkkêşê di 30’ê tîrmehê de tevahiya endamên malbateke kurd qetil kirin.”    REFLEKSA GIRTINA DOSYAYÊ   Parêzer Akkaya, da zanîn ku şandeya 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tenê ceza da tetîkkêş û ev nirxandin kir: “Bi vî awayî refleksa daxwaza demildest girtina vê dosyayê nîşan dan. Hem ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran û hem jî ji 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê re me bi israr got ku dê vê hewldanê qebûl nekin. Qet îşaretek nîne ku şandeya dadgehê di danişîna 17’ê mijdarê de van gotinên me vala derxîne. Em vê jî ji redkirina hemû daxwazên me fêm dikin.”    GUMANA REVÎNA BERSÛCAN    Akkaya, diyar kir ku ji bo şandeya dadgehê di danişîna 17’ê mijdarê de biryara dawî nede, dê daxwazên xwe yên berê dîsa dubare bikin û wiha bi dawî kir: “Em jê bixwazin ku lêkolîn bên kirin, delîl bên komkirin û biryar wisa bê dayîn. Ji bilî Mehmet Altûn tu kes girtî nîne. Anku ji bo reva bersûcan û reşkirina delîlan tu astengî nemane. Em dixwazin darizandin li gorî rastiya şênber bê kirin û teqîbat bê berfirehkirin. Divê biryar li gorî vê bê dayîn. Heta ev pêvajo temam dibe jî em ê daxwaza girtina bersûcan bikin. Heke dadgeh biryareke ku rastiya şênber dernaxîne holê bide, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.  Gelek baro û rêxistinên hiqûqê dixwazin tev li dosyayê bibin lê beşekê ji van hatin redkirin. Banga me ew e ku hemû kes beşdarî danişîna 17’ê mijdarê bibe. Ev danişîn, pir girîng e. Li gel ku di dosyayê de gelek kêmanî hene jî dadgeh dixwaze biryarê bide û xwe ji dosyayê xelas bike. Banga me ji bo hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û raya giştî ew e ku danişînê bişopînin û venihêrtina dosyayê bikin.”    MA / Firat Can Arslan