Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye 2022-11-16 14:40:59   AMED - DFG û MKGP’ê bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamegerên kurd, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û wiha gotin: “Naxwazin îdianameya derheqê 16 hevalên me yên rojnameger de amade bikin ji ber ku dizanin ku îdiayên wan vala ne. Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye.”    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamegerên kurd di 16’ê hezîranê de, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan.  Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad serî natewîne” hatibû daliqandin û gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya 78’an, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER), Nûnertiya DÎSK’ê ya Amed3e, Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” hat berzkirin.    Daxuyaniya bi kurdî li ser navê DFG’ê Kadrî Esen û ya bi tirkî jî li ser navê MKGP’ê Gulşen Koçuk xwend.    Di daxuyaniyê de Esen wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna li dijî xebatkarên çapemeniya azad de di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û piştî 8 rojan di bin çavan de man, bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê dadgehê ve 16 rojnameger li Amedê hatin girtin. Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îktidara dixwaze civakê bêhilm bihêle teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Bi ser vê girtina êdî veguheriye îşkenceyê re 5 meh derbas bûn.   HER DESTHILATDARÎ JI EWIL ÇAPEMENIYÊ HEDED DIGIRE   Her partiyên ku li Tirkiyeyê bûn îktidar, di destpêkê de ji bo gihandina heqîqetê ya ji civakê re bê astengkirin, çapemeniya azad kirin hedef. Di her kêliyê de berî ku berê xwe bidin civakê di destpêkê de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, kuştin. Cihên xebatkarên çapemeniya azad lê dixebitîn hatin bombekirin. Tevî van êrişan jî xebatkarên çapemeniya azad gav paş de neavêtin. Yên guherîn û çûn her tim îktidar bi xwe bûn. AKP a ku bi sozên demokrasî, mafên mirovan, zagona sîvîl bû îktidar jî bi rê û rêbazên berê hatine ceribandin êrişî çapemeniya azad kir. Piştî di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin, di 25'ê mijdarê de jî starta operasyoneke nû hat dayîn. Vê carê jî 10 hevalên me hatin girtin. Ev jî têr nekir, wekî salên 1990, 2011 û 2016'an bi ser bûroyên me de girtin, dest danîn ser hemû alavên me.    DIZANIN KU ÎDIAYÊN WAN VALA NE LEWMA ÎDIANAMEYÊ AMADE NAKIN    Bi ser girtina wan re 5 meh derbas bûn lê hîn lêpirsîna der barê 16 hevalên me de temam nebûye. Daraza ji bo baronên hişbirê, kesên sûcê mirovatiyê dikin û bersûcên tecawizê demildest dikeve meriyetê, ji bo rojnamegerên van sûcan derdixin holê ev 5 meh in di cihê xwe de sekinî ye! Em bi sedema vê rewşê baş dizanin; ji ber ku dema îdianame bê amadekirin wê derkeve holê ku ‘sûcê’ hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e; wê derkeve holê ku bingeha girtin û binçavkirinên di bin navê ‘operasyona mezin de’ çiqasî vala ye. Ew ê derkeve holê ku alavên rojnamegeran ên di fezlekeyên emniyetê de wekî ‘alavên rêxistinê’ derbas dibin, di eslê xwe de alavên heqîqetê ne. Ji ber vê sedemê ye ku hevalên me 5 meh in girtî ne û îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin.    DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN   Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamegerên di 8'ê hezîranê û 25'ê cotmehê de hatin girtin nîvco nema. Çapemeniya Azad, li dijî girtin û binçavkirinan serî hilda û wê ev serhildan bidome. Ji ber ku ev kevneşopiya li dijî zext û komkujiyan serî natewîne, ji aliyê civakê ve hatiye afirandin. Divê meqamên darazê yên bi polîtîkayên îktidarê bi teşe dibin jî êdî nebin temaşevanên vê rewşê; divê azadiya hevalên me ya fîzîkî pêk were. Divê êdî tu kes nebe hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî.”