Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-11-16 15:21:43   STENBOL - Rêxistinên Elewiyan diyar kirin ku ew ê li her herêmê li dijî avakirina Serokatiya Cemxaneya Elewî û Bektaşî civînan li dar bixin û heta daxwazên wan neyên fêmkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK), Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Çanda Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li dijî avakirina Serokatiya Cemxaneya Elewî û Bektaşî ya ji aliyê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ve hat damezrandin, sîwanek ava kirin. Sazî û komeleyên elewiyan li oteleka Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û li dijî biryara Erdogan derketin.    ‘ELEWÎ NE PIRSGIRÊKA EWLEHIYÊ NE’    Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan daxuyanî da û da zanîn ku ew 35 sal in daxwazên elewiyan tînin ziman û heta niha tu daxwaz nehatiye qebûlkirin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin li Meclisê, bi rêya medyayê, hiqûqî û siyasî têkoşiyan e. Aslan destnîşan kir ku sazî û dezgehên elewiyan ji bo daxwazên civaka elewî bên bicihanîn serî li her rêbazê têkoşînê dane û îktidara heyî guhê xwe ji daxwazên naskirina baweriya elewîtiyê re girtiye. Aslan anî ziman ku bawerî ango welatiyên elewî li vî welatî ne pirsgirêka “ewlehiyê” ne û elewî laîkbûn û demokrasî û azadiyê dixwazin û îktidara ku guh nade daxwazên wan mîna ku elewî pirsgirêka “ewlehiyê” bin tevdigere.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Aslan diyar kir ku pêwîste her bawerî û çand bi xweseriya xwe bijî û divê azad be û got: “Pêwîste dewlet xwe tev li baweriyan neke û xwe jê dûr bixe. Niha jî ev îktidar rabûye ji bo elewiyan qanûnek amade dike. Qey meriv dibêje hemû daxwazên me yên bi salane em tînin ziman hatine qebûlkirin û radibin daxwaza elewiyan di qanûnekê de bicih dikin. Ev îktidar bi çavê ku mîna daxwazên me qebûl kiribe xwe dibîne. Lê em carek din dibêjin em ê li dijî vê pêşnûmeya amadekirina vê qanûnê têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê wek sazî û komeleyên elewiyan li herêm û bajaran civînan li dar bixin. Em ê daxwazên xwe dîsadubare bikin. Em ê wek elewiyan û kesên alîgirên demokrasiyê ne di 25’ê kanûnê de komxebatek li dar bixin. Em ê hemû aliyan vexwînin komxebatê. Wê têkoşîna me ya li dijî vê îktidarê berdewam bike.”