Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin 2022-11-16 16:00:52   AMED – Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan dane destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan ên li ber Edliyeya Amedê bi awayekî girseyî daxuyanî dan, bi lêv kirin ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.     Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku li ber Edliyeya Amedê kom bûn, têkildarî çalakiya salvegera ewil daxuyanî dan. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Nûnertiya DÎSK’a Amedê  û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI EDALETÊ BIGERIN’    Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li çalakiya wan bûne û wiha got: “Deriyek nema ku me lênexist. Tişta ku em ji dewletê dixwazin edalet e. Bêedaletiyê ava nekin.” Guler, da zanîn ku piştî ku dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin girtî tî û birî hatin hiştin û wiha berdewam kir: “Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê her tim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”     ‘DIVÊ ATK TENA SERÊ XWE BIRYARÊ NEDE’    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh birînên ne kewandî yên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Girtî bi nameyan xwe digihînin me. Binpêkirinên mafan ên dijîn ji me re radigihînin. Em dibinin ku mafê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin.” Tûran, qala rewşa girtiyên nexweş kir û wiha berdewam kir: “Tevî ku saziyên tenduristiyê raporan didin jî nayên berdan û wiha got: “Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) tena serê xwe biryarê nede, divê bi wergirtina nêrîna bijîşkên pispor rapor bên amade kirin. Dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘HERKESΠBIHÎST DESTHILATÊ NEBIHÎST’    Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas jî mirina bi dehan girtiyên nexweş û şewitandina înfaza bi sedan girtiyan bi bîr xist û anî ziman ku berxwedana dayikan mafdar e. Çakas, bang li desthilatê kir û wiha got: “Herkesê ev dengê edaletê bihîst lê deshilatê nebihîst. Vî dengî bibîhisin. Baran bibare jî lêgerîna edaletê didome. Em li cem vê lêgerîna edaletê têdikoşin. Bijî berxwedana zindanan.”   ‘DIVÊ DAXWAZ BÊN BICIHANÎN’   Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren jî diyar kir ku malbat havîn û zivistanê tevî sir û seqemê li ber girtîgeh, ATK’ê û edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Malbatên me yên dest bi nobeta edaletê kirin dixwazin pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin. Pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin ne tene pirsgirêkên girtîgehan, pirsgirêkên malbatan, baroyan, saziyan û herkesên li welat dijînin. Têkoşîna mafên mirovan divê ji aliyê herkesê ve bê dayîn. Divê daxwazên mafdar ên malbatan demildest bên bicihanîn.”   Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn a dû re metna çapemeniyê xwend, da zanîn ku çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dane destpêkirin salek li pey xwe hişt û bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin.    BAL KIŞAND SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Vûrgûn, raporên ku ATK’ê ji bo girtiyên nexweş dide bibîrxistin û wiha got: “Divê ji bilî ATK’ê raporên nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehê jî bên qebûlkirin. Divê ATK were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yek alî. Divê daxwazên girtiyên nexweş bên bicih, girtiyên nexweş bên berdan û xwe gihandina tenduristiyê pêk nayê.”