ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN 2022-11-17 09:00:20     *  Serokê ADFE'yê Celal Firat ragihandin ku dê di 25'ê Kanûnê de li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin û got ku ev serokatê tê wateya "qeyûntiyê".   * Siyasetmedar Selma Irmakê têkildarî mikurnehatina ji bo bikaranîna çekên kîmyewî got: "Madem tu dibêjî 'bêbextî' ye, nexwe bihêle bila bê lêkolînkirin."   * Pisporê Ewlehiya Karî Kadrî Salaz anî ziman ku kesên ji bêgavî ji bo kar diçin bajarên mezin di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest didin. Salaz diyar kir ku mirov dikare pêşî li ber van cinayetan bigire û got: "Em ji ber bêtevdîriyê dimirin."   *  Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku di saleke dawî de nêzî 70 girtî jiyana xwe ji dest dane û got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin êdî rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 619’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê bidome.    * Danişîna doza rojnameger Berîtan Canozer dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Doza tetîkkêş Mehmet Altûn ku ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kiribû dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo tedawîkirina hemû girtiyên nexweş û bidawîkirina tecrîda li tevahiya girtîgehan dabû destpêkirin, dê li pêşiya Baroya Îzmîrê bidome. (13.00-16.00)   * ÎHD dê têkildarî Parêzer Jiyan Tosûn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku piştî teqîna li Taksîmê hedef hatibûn nîşandan, dê li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî revandina N.A. û zexta sîxûrtiyê ya lê hatiye ferzkirin, daxuyaniyê bide. (13.00)   * Ciwanên Xwendekarên Welatparêz dê têkildarî xebatên xwe li Şaxa Egîtîm Sen a Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)