Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir 2022-11-17 08:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê, komîsyoneke taybet ava kir.    Li Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê komîsyoneke taybet hat avakirin. Komîsyona behsa xeberê dê biçe herêmên operasyonê û li vir lêkolînan bike.    Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û wiha got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta tirk a li ser Herêmê ket rojevê û desteyeke taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin. Wê deste biçe herêma operasyonê û belgeyan kom bike da ku rastî yan jî nerastiya vê mijarê were zelalkirin.”   Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî ragihand ku wê nûnerên Wezareta Parastin, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve di nava desteyê de bin û wiha bi dawî kir: “Armanca desteyê komkirina belgeyên temam ên li ser mijarê ye da ku bikare li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike.”