Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin 2022-11-17 10:06:05   AMED  -  Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ucaman bertêk nîşanî 157 hektarên erd ku ji aliye Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ve ji îmarê hatiye vekirin da û wiha got: “Di vê îmarê de planên dagirkeriye hene. Kesên nêzî faşîzmê, bi çavekî dagirkirinê li Kurdistanê dinihêrin. Bi rant û îmarên xwe xaka Kurdistanê dagir dikin.”    Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji bo ku statûya qada 3,4 hektarî ya ku di projeyê de weke qada şînkatiyê tê dîtin were guherandin, serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da. Serlêdana rektoriyê hat qebûlkirin û bi vê yekê re qadeke ji 157 hektaran weke qada niştecihbûna bajarvaniyê û qadeke 3,4 hektarî jî ji bo çêkirina avahiyên cemaweriyê hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de dê nêzî 2,000 donimên erd bêne firotin. Tekildarî mijarê Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ucaman ji ajansa me re axivî û ji vekirina îmarê re bertek nîşan da.   ‘JI BO PÊŞEROJÊ XETERE YE’   Ucaman, bi lêv kir ku Fakûlteya Zanîngehê û Newala Dîcleyê di 25’e nîsanê de ji îmarê re vebûye û îmar ji bo pêşerojê xetereyan derdixe. Ucaman, anî ziman ku bi vê planê dixwazin bajarekî ava bikin û wiha got: “Dive plansaziya bajêr û ya şînkatiyê bê lêkolînkirin. Lê Zanîngeha Dîcleyê ev 20 sal in ku li gorî serê xwe tevdigere. Em jî dibêjin ku zanîngeh ji bajêr qut nîne. Ji ber ku bajêr qut nîne, divê planên ku di nava bajêr de tên çêkirin li gorî vê yekê bên diyarkirin.  Îmar ji bo pêşerojê xetere ye. Anku pêşiya gelek îmaran vedike. Ji ber wê jî di pêşerojê de erdên çandiniyê wê îmarê re vebibin. Ji bo wê, me jî ji bo betalkirina vê plana hawirdorê serlêdan kir. Lê belê ev serlêdana me hat redkirin.  Em ê jî dê bi gel û saziyên ku piştgiriyê didin me re li dijî vê yekê derkevin.”   ‘PLANÊN DAGIRKERIYÊ HENE’   Bi domdarî Ucaman destnîşan kir ku vebûna îmarê ya li qadên zanîngehê hem ji bo xwezayê hem jî ji bo bajêr xetereyan bi xwe re tîne û wiha pê dê çû: “Amed bajarekî gelek kevn e û li ser pergala xwezayê avabûye. Lê belê ev 20 sal in hewldanên talankirina vê pergalê hene. Li dijî vê hewldanê jî têkoşînek tê kirin. Me ji bo planên bi vî rengî doz dan vekirin û hinek ji wan dan sekinandin. Niha di vê îmarê de planên dagirkeriye hene, dagirkirina  Hewselê û çem heye. Daristanên wir dê werin talankirin. Ew ji bo me xetereyeke gelek mezin e. Hem dê bîr û çandê tune bike û hem jî ji bo ekolojî û bajêr xetereyan bi xwe re bîne. Di heman demê de jî rêya îmarê vedike.”   ‘VEKIRINA ÎMARÊ, RANT E’   Di berdewamê de Ucaman daxuyaniya zanîngehê ya ji bo îmarê ku digot; “em ji bo fînansê ji îmarê re vedikin” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet, ji bo hemû saziyên fermî bûdçeyê vediqetîne. Lewma jî saziyên dewletê nikarin bibêjin bûtçeya me tune ye û pêdiviya me bi xwe fînanskirinê heye. Dema cihek ji bo îmarê hat vekirin, ranteke nû derdikeve holê. Vekirina zanîngehê ji îmrarê re, rant e.”    ‘PARZEMÎNÊN KURDISTANÊ DAGIR DIKIN’   Ucaman diyar kir ku dema êrdên çandiniyê ji bo îmarê tên vekirin, qîmeta wan jî erzan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdên çandiniyê li gor sal an û berheman qîmet dibin. Lê heke ew erd ji îmarê re bên vekirin û bîna li wan erdan bên çêkirin, ji aliyê avahiyan ve qîmeta wan zêde dibe. Lê belê heke li wir çandinî were kirin, sal bi sal qîmetê wan erdan zêdetir dibe û pêdiviyên mirovan dabîn dike. Lewma jî ji hêla bazirganiyê ve xetere ye. Lê kesên nêzî faşîzmê, bi çavekî dagirkirinê li Kurdistanê dinihêrin. Bi rant û îmarên xwe xaka Kurdistanê dagir dikin.”    MA / Mahmût Altintaş - Rûken Polat