Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê 2022-11-17 15:38:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Qanûnî Malikî, diyar kir ku dê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ji ber êrişên Tirkiyeyê li Parlamentoya Iraqê bê vexwendin.    Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Qanûnî Durxam Malikî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê, daxuyanî da. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Durxam Malikî da zanîn ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê dê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn li Parlamentoya Iraqê bê vexwendin.    Durxam Malikî, bi domdarî anî ziman ku parlamento baş bi rola xwe radibe û saziyên fermî bi awayekî baş dişopîne. Malikî, destnîşan kir ku dê vexwendina wezîrtiyan a bo parlamentoyê bidome.    KOMÎSYON HAT AVAKIRIN   Parlamentoya Iraqê duh bi mebesta lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê bi kar tîne, komîsyoneke taybeta ava kir. Komîsyon, dê biçe herêmên navborî û lêkolînan bike.