Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin 2022-11-17 17:04:55 EDENE - Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên diqewimin duh dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê  ya bêdem û bidorveger ku girtiyên siyasî li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê dane destpêkirin berdewam dike. Komên dikevin çalakiyê 10 rojan careke hev diguherînin. Yek ji girtiyan Yakûp Brûkanli yê Rojhilatî li dijî şertên tecrîda girankirî di 28’ê cotmehê de xwe şewitand. Hate hînbûn ku girtiyên bi navê Faîk Bûdak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek jî di 16’ê mijdarê ve çalakiya xwe weke bêdem û bêdorveger didomînin.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER), di 11’ê mijdarê de bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin û raporek amade kirin.    TECRÎDA MUTLEQ   Yek ji girtiyên pê re hevdîtin hate kirin Omer Sîpek, da zanîn ku li Edîrneyê hatiye girtin pişt re 41 saetan bi wesayîta rîngê rêwitî kiriye, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev hatiye. Sîpek, diyar kir ku li odeyeke 14 metrekare de tenê tê girtin, li odeyên din jî yek kes hene, 23 saet li odeyê derbas dibe tevî ku girtî ye jî weke cezayê muebbeta giran girtibe mûamele lê tê kirin û deriyê wî yê hewadarkirinê nîne.    Di raporê de cih da binpêkirinên mafan ên Sîpek, girtiyên din Metîn Înce û Muslum Kaya dijîn û hate bi bîr xistin ku girtî Yakûp Brûkanli li dijî van binpêkirinan xwe şewitandiye.    Girtî Faîk Bûdak jî ragihand ku di 23’yê tebaxê de sewqî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin, ji ber ferzkirina muayeneya bikelemçe mafê wan ê tedawîkirinê hatiye astengkirin, di dema sewqê de rastî mûameleya nebaş hatiye û bi girtiyên edlî re di heman qatê de tên ragirtin.                                                   Bûdak, bi lêv kir ku daxwaza wan a ewil pêkanîna hucreyên yek kesî bê bidawîkirin, wan wergirin odeyên 3 kesî û ji aktîvîteyên çandî sûdê bigirine. Bûdak, anî ziman ku hin gardiyan wan tacîz dikin û nahêlin ew silavê bidin girtiyên din.    XWE ŞEWITAND   Hevdîtina bi Yakûp Brûkanli re jî hatiye kirin di raporê de cih girt. Di raporê de hate ragihandin ku tiliyên destê çepê, aliyên sing ê rastê û milê Brûkanli yê rastê pêçayî bûn û Brûkanli pirsa têkildarî pêçanê wiha bersivand: “Ji bo komploya li dijî Abdullah Ocalan û tecrîda tê sepandin min xwe şewitand. Dû re rêveberiyê ez birim nexweşxaneyê. Lê ji ber çalakiya min bi armanca siyasî bû min tedawî qebûl nekir. Şewatên laşê min şewatên asta duyemîn in. Niha li revîra girtîgehê tedawiya birîna min tê kirin. Piştî bûyerê çend rojan gotin lijne gazî mink iriye û li ser vê yekê ez birim odeya sê kesî. Li vir armanca çalakiya min pirsîn û min jî armanca wê ji wan re vegot. Piştî ku min armanca xwe vegot 3 kesan heqaret û tundiya fîzîkî li min kirin. Gardiyanekî li wir kesên din sekinandin û ez ji odeyê derxistim. Min ev bûyer ji midurê yekemîn ê girtîgehê re vegot. Midur nêzîkatiyeke ku ez derewan dikim nîşan da. Piştî çalakiya ku min kir derman, qayîş û şûşeya min bikardianî desteser kirin û birin niha paş ve jî nadin.”   REWŞA GIRTÎGEHÊ   Di raporê de cih da hin agahiyên hevdîtina şandeya parêzeran a bi rêveberiya girtîgehê re jî. Di raporê de hate diyarkirin ku tiştên diqewimin ji rêveberiyê re hatine parvekirin û ev tişt hatin gotin: “Midurê girtîgehê got ku kapasîteya girtîgehê 480 kes in, 45 odeyên 3 kesî hene, temamê odeyên din yek kesî ne, anîna girtiyan a girtîgehê di encama bi cih kirina Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan de ye. Midur ji şandeyê re ragihand ku ji ber hejmara personelan kêm e sewq û îdareya girtîgehê nikarin pêk bînin. Şandeyê ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku girtiyên nexweş, pîr an jî yên di koma rîskê de divê bi awayekî bilez bigirin odeyên 3 kesî. Rêveberiyê jî gotiye dê vê daxwazê binirxînin.”