Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin 2022-11-18 08:49:53 STENBOL – Ahlam Albashir jî di nav de ji kesên ji ber teqîna li Taksîmê hatin binçavkirin 17 jê hatin girtin.    Ahlam Albashîr ku ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê ya Taksîmê hatibû binçavkirin, tevî 48 binçavkiriyên din piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Ji kesên binçavkirî 2 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Albashîr jî ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, tevî 16 kesan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin.   Midûriyeta emniyetê beriya niha diyar kiribû ku Albashir di îfadeya xwe ya nefermî de gotiye ku endama YPG’ê ye û bombe li ser fermana wan teqandiye. Lê belê Albashir îdiaya emniyetê derewand û diyar kir ku di çenteyê li gel wê de tiryak hebû.    Piştî ku kar û barên îfadegirtinê bi dawî bûn, Albashir û 16 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hatin kirin. Ji 17 kesan 3 jê bi şertê tevdîra kontrola edlî hatin sewqkirin û ji bo 29 kesan jî biryara dersînorkirinê hat dayîn.    Her wiha 17 kes jî bi tawanbariyên “Parçekirina yekitî û yekparetiya welêt”, “Kuştina bi qesdî”, “alîkariya ji bo kuştina bi qesdî” û “hewldana ji bo kuştina bi qesdî” û bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin.    Piştî îfadeyên li dadgeriyê jî Albashir jî di nav de ji bo 17 kesan biryara girtinê hat dayîn. Her wiha 3 kes jî bi şertê tevdîra kontrola edlî hatin berdan.