Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim 2022-11-18 09:23:51   AMED - Rewşa girtiyê nexwe Mehmet Mûtlû ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her diçe xirabtir dibe. Dayîka wî Emîş Mûtlûyê got: “Lawê min nikare bê dermanan biqedîne. Bes e, êdî wî berdin."   Li girtîgehan rewşa girtîyên nexweş her diçe giran dibe. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû nexweşiyan jî berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Mehmet Mûtlû ye. Mûtlûyê ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye û her diçe tendurisiya wî xirab dibe, di Girtigeha Panosê ya Agiriyê ya Tîpa L'yê de ye.   ‘25 SAL IN LI BER XWE DIDE’   Mehmet Mûtlû, 25 sal in di girtîgehê de ye û 20 sal in jî nexweşiya şîzofreniyê û ya dil pê re heye. Mûtlû, bes bi derman û derziyên giran dikare jiyana xwe berdewam bike. Lê gava dermanên Mûtlû diqedin, dermanên wî di cî de nagihên destê wî. Ji ber vê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û karê xwe bike. Her wiha Mûtlû di vî 25 salên xwe yên li girtîgehê de sal û 6 mehan jî li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê tedawî bûye û her wiha bi mehan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê û Nexweşxaneya Bakirkoyê maye. Mûtlû, gelek caran li heyetên saziyên girêdayî Wezareta Dadê û saziyên tenduristiyê yên serbixwe muayene bûye. Herî dawî Mûtlû dîsa birine ATK'yê, lê encama ATK'ê hê negihaştiye ber destê wî. Gelek saziyên tenduristiyê diyar kirine ku Mûtlû divê bê berdan, lê ji ber sûcên katalogî nayê berdan.   ‘ÎŞKENCEYA GIRAN   Mûtlû, di sala 1997’an de bi hinceta ku îfade li ser wî hebûye li Amedê hatiye bincavkirin. Di dema binçavkirinê de îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û pişt re jî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê (36 sal) lê biriye.   ‘NEXWEŞIYA WÎ BI ÎŞKENCEYÊ DEST PÊ KIR’   Emîş Mûtluyê, dayika Mehmet Mûtlû, anî ziman ku ji ber îfadeyekê 36 sal ceza li lawê wê hatiye birîn û wiha got: “Di dema binçavkirinê de îşkenceyeke giran li lawê min hat kirin. Wê demê derûniya lawê min xirab bû. Salekê zêde li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê tedawî bû. Dîsa beriya 7-8 salan ji dilê xwe anjyo bû. Beriya 10 salan ji bo nexweşiyê ew birin ATK'a Stanbolê û xwestin wî têxin nava dînan, lê qebûl nekir. Got, 'ez ne dîn im, çima hûn min dibin cem dîna?'Heya niha du caran ew birine ATK'a Stanbolê û biryara berdana wî dane. Lê ji ber sûcê katalogî lawê min bernadin. Herî dawî beriya çend mehan dîsa ew birene ATK'a Stanbolê, lê hê jî tu encam nehatiye.”   ‘LI GELEK BAJARAN GERANDIN’   Mûtlû da zanîn ku di vî 25 salên girtîgehê de çûye gelek girtîgehan û got ku yên tên bîra wê ev in: “Mûş, Sêrt, Elezîz, Mêrdîn, Midyad... Emrê min 84 sal e, tansiyon, nexweşîna gurçikan bi min re hene û hestiyên min dihelin. Nikarim ji ser ciyê xwe rabim, di nava ciya de me. Ji ber vê 10 sal in nikarim biçim lawê xwe bibînim."   'GELO BERÎ MIRINÊ EZ Ê LAWÊ XWE BIBÎNIM?'   Dayik Mûtlûyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Ez her roj dibêjim gelo berî mirina xwe ez ê lawê xwe bibînim yan na? Bavê wî bi vê hesretê jiyana xwe dest da. Ez dixwazim berî bimirim berdana kurê xwe bibînim. Min daxwazname şand ji bo ku kurê min bînin Girtîgeha Amedê, lê neanîn."   BANGAWAZÎ   Mûtlûyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan: “Bila girtiyen nexweş bên berdan. Bila ev hesret di nava dile malbatan de nemîne. Bila êdî aştî û azadî çêbibe. Bila deriyê hefs û zindanan vebe. Bila aştiyek çêbibe ku yên li serê çiyayan jî bên mala xwe, bila bigihêjin heqê xwe."   NAME JI ÎHD'YÊ RE ŞANDIBÛ   Girtî Mehmet Mûtlûyê nexweş nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê re şandibû û tê de behsa rewşa xwe kiribû. Mûtlû di nameya xwe de destnîşan kiribû ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye û her diçe nexweşîna wî girantir dibe. Mûtlû diyar kiribû ku niha bi dermanan tedawî dibe û ev tişt gotibûn: "Li gel nexweşînên ji ber şert û mercên girtîgehê, nexweşîna şîzofreniyê û ya dil jî bi min re heye. 20 sal in li girtîgehê li hemberî vê nexweşînê têdikoşim. Bes bi derman û derziyên giran dikarim karê xwe bikim, lê pir nikarim. Bêyî kesekî ez nikarim van tiştan jî bikim. Ez tenê li girtîgehê bi dermanan tedawî dibim. 20 sal in bênavber van dermanan dixwim. Di vî 20 salî de salek û 6 mehan li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê mam. Her wiha bi mehan li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û Nexweşxaneya Bakirkoyê mam, lê nîşaneya saxbûnê girêdayî bikaranîna dermanan e. Gava derman diqedin, ancax piştî çend mehan tînin. Gava dermanan nexwim, ez nikarim tiştekî jî bikim. Nikarim rakevim, xwe paqij bikim, xwarinê bixwim û biaxivim."   Mûtlû di nameya xwe de diyar kiribû ku girtîgeh ji bo nexweşîna wî nebaş e û wiha gotibû: "Şîzofrenî bes bi rêbazekê nayê çareserkirin. Beriya her tiştî ewilî divê pêşî li ber jiyaneke li cihekî azad bê vekirin. Bi dermanan çareser dibe, lê girtîgeh ne li gorî van şert û mercan e. Ji ber van şertan pêwendiya min bi cîhana rastîn re qut dibe. Ev jî dibe cihê pirsgirêkan ji bo hevalên min ên qawîşê. Cîhana min cuda ye, ya rastîn cuda ye. Şert û mercên girtîgehê nexweşîna şîzofreniyê girantir dikin. Gelek caran li cem heyetên saziyên girêdayî Wezareta Dadê û heyetên saziyên serbixwe muayene bûme. Herî dawî min birin ATK'ê, lê hê jî encam nehatine teblîxkirin. Di piraniya hevdîtinên din de jî biryara berdanê hat dayîn, lê ji ber sûcên katalogî nehatim berdan."     Her wiha Mûtlû di nameya xwe de bilêv kiribû ku malbata wî li Amedê ye, lê bi salan e hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye û gotiye ku yên nameyên wî dinivîse jî hevalê wî Yakûp Tûrgût e ku alîkariya wî dike.    MA / Mehmet Guleş