KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin 2022-11-18 10:01:04 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut bêdengiya Ewlopayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: “Divê li dijî sûcên şer ên AKP’ê, xeta têkoşînê bê avakirin."    Kongreya Civaka Dekokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, li çar aliyên Ewropayê bi tevlibûna deh hezaran di 12’ê cotmehê de li Dusseldorfa Almanyayê meşek li dar xist. KCDK-E Roja meş hatiye lidarxistin wek Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî îlan kir. Di meşê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve hate şermezarkirin û bertek li bêndengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Netewên Yekbûyî (NY), NATO û dewletên alîgir hate dayîn. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî peyamên li meşê hatine dayîn û bêdengiya Ewropayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nirxand.    SÛCÊ ŞER Û SÛCÊ MIROVAHIYÊ   Zumrut bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û da zanîn ku gelek belge û delîlên van êrişan hene. Zumrut, wiha domand: "A rastî pêşiya vê jî heye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê û sûcê şer e. Tevî ku îmzeya Tirkiyeyê di peymanên qedexekirina çekên kîmyewî de heye, dîsa jî Ewropa li dijî vê yekê bêdeng e. Berê li Dêrsimê, Geliyê Tiyarê hate bikaranîn. Me Helepçeyê ji bîr nekir. Îro li Zap, Metîna û Avaşînê bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya qirkirineke nû ya kurdan. Ji ber vê yekê ye ku bertekên kurdan û yên dostên wan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî her ku diçe zêdetir dibin.”   ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÛCÊN ŞER’   Bi domdarî Zumrut da zanîn ku li gel têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî gelek dosye û dane teslîmî saziyên Ewropayê hatine kirin lê dîsa jî bêdengiya van saziya dom dike û wiha pê de çû: “Divê demildest ev bêndengî were terikandin û li dijî vî sûcê mirovahiyê her kesek têkeve nava liv û tevgerê. Divê li dijî AKP’ a ku sûcên şer pêk tîne xeta têkoşînê bê avakirin. Ji ber ku ev êrişên bi çekên kîmeyewî li dijî kurdan tên bikaranîn lê belê li dijî vê yekê berpirsyariya hemû gelan heye.”   ‘EWROPA XWE KERR DIKE’   Zumrut anî ziman ku Ewropa xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê xwe kerr kiriye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Herî dawî daxuyaniya ‘Di destê me de dane tune, ev nerazîbûn li gorî çi têne kirin’ hate kirin. Di dîmenên beriya niha de jî dane vekirî û zelal in lê heke daneyeke zelal bê xwestin, divê şandeyên serbixwe biçin herêmê û lêkolînê bikin. Ev lêkolîn li hêlekê bi destê Ewropayê li hêla din bi destê PDK’ê tê qedexekirin. Divê şandeyên serbixwe biçin li wir lêkolînê bikin û encamên wê bi cemaweriya re bên parvekirin. Lê belê dema mijar dibe kurd her kes kerr û lal e.”