Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin 2022-11-18 12:08:54 RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roa 620’an de berdewam dike. Malbatê, diyar kir ku kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan digirin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 620’an de berdewam kir. Tevî baranê jî malbatê çalakiya xwe berdewam kir.    'HÊZA XWE JI PIŞTGIRIYA ERDOGAN DIGIRIN’   Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Kesên ku li pêş çavên bi sedan şahidan li kargehê êriş pêk anîn û li nexweşxaneyê komkujî kirin, hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin û ji bo komkujiyê dibêjin; ‘heke hatibe kirin, hatiye kirin.’ Em, hêza xwe ji baweriya xwe digirin.”