Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin 2022-11-18 14:53:15   AMED – Di doza cînayeta Tahir Elçî de dadgehê biryar dabû ku serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû neyê guhdarîkirin. Li ser vê yekê parêzeran daxwaza guherandina şandeya dadgehê kiribû. Daxwaza parêzeran hat redkirin.    10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza Tahir Elçî de ji ber gotinên serokezîrê demê Ahmet Davutoglû ên “Tahir Elçî, di encama sûîqesteke siyasî de hat kuştin”, biryar dabû ku li Davutoglû bê guhdarîkirin. Piştre jî şandeya dadgehê ji vê biryara xwe lêve bû. Parêzerên malbata Elçî jî li ser vê biryarê, bi sedema ku şandeya dadgehê bêalîtiya xwe winda kiriye, bi daxwaza guherandina şandeya dadgehê serî li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da. Lê ev daxwaza parêzeran hat redkirin.    11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê diyar kir ku tu rewşeke ku gumanê li ser bêalîtiya Serokê 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û dadgerê endam çêbike li holê nîne û bi piraniya dengan ev daxwaza parêzeran red kir.    Her wiha ji bo ku biryara redkirina daxwaza guherandina şandeyê dadgehê were rakirin, parêzeran vêcarê jî li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtîraz kir. Lê ji vê îtîrazê jî encamek derneket. 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê diyar kir ku biryara redkirina daxwaza guherandina şandeya dadgehê ji hêla 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve, biryareke li gorî usûl û qanûnan e û îtîraza parêzeran red kir.