Li Semsûrê kesek hate girtin 2022-11-18 14:56:30   SEMSÛR - Adiguzel Demîrcî yê duh li Semsûrê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Duh di encama serdagirtina malan a li bajarokê Bûlam a navçeya Çêlikan a Semsûrê de kesê bi navê Adiguzel Demîrcî (44) hatibû binçavkirin û piştre jî sewqî sewqî edliyeyê hat kirin. Demîrcî, bi sedema îfadeyên kesekî yên derheqê wî de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin. Demîrcî bi heman hincetê hate girtin.     Hat zanîn ku nexweşiyên sara û şekirê yên Demîrcî hene û şandin Girtîgeha Curnê Reş.