ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-19 09:00:02 * Derket holê ku cêwiyên 5 salî yên di Newrozê de ji ber kincên xwe yên kurdî hatibûn binçavkirin, wekî "delîleke" li hemberî dayik Zeynep B.'yê hatine desteserkirin û lêpirsîna hatibû destpêkirin jî bi neşopandinê bi dawî bû.     * Ji Sakîne Kulturê ku di 15'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye.   * Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, diyar kirin ku bêdengî "mirin" e û gotin: "Çareserî ne bi şer, bi aştî û edaletê pêkan e."    * Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê mezin bû."     *Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslan ku li Taxa Ben û Senê, li cihê cih "sûrên duyemîn" ên derketin holê vekolandin, got ku divê ev sûr bên parastin.    * Li Şirnexê û navçeyên wê walîtî û qeyûm xwendekaran dibin çalakiyên xwe û yên desthilatê. Rêvebirê Egîtîm-Senê Serhat ûgûr bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Ev zarok, ne yekîneyên we ne jî şeqşeqkerên we yên pêşwazîkirinê ne."    * Rojnamegera ji rojhilat Evîn Keştkar diyar kir ku piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku bêyî azadiya jinan azadiya civakê ne pêkan e û got: “Destpêkerê têkoşînê Kurdistanê ye. Tevî hemû êrişan jî teqez em ê bi ser bikevin.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 621'emîn de berdewam bike.    * Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarîbinçavkirina endamê komîsyona mafê mirovan Dr. Mustafa Yaşa dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê têkildarî qetilkirina Meryem Sevîm dê li Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî bide. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê beşdarî kongreya partiya xwe ya Agiriyê bibe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin dê di hefteya 920’emîn a çalakiya xwe de li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)    * Platforma Şahmeran a Jinan dê li navçeya Artûklûya Mêrdînê dê têkildarî 25'ê Mijdarê rêzeçalakî li dar bixe. (13.00-17.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş (13.30)   * Di çarçoveya rasthatina 25'ê Mijdarê de dê jin li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin. (14.00-19.00)