Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne 2022-11-19 10:03:38   ENQERE - Nivîskarê girtî Bager Sayak diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne û ew di hucreyên yek kesî tên tecrîdkirin.    Nivîskar Bager Sayak ê li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an tê girtin, derbarê binpêkirinên mafan û şert û mercên girtîgehê de nameyek nivîsî. Sayak ku di sala 2010'an de hat girtin û cezayê wî tê mezinkirin û cezayê muebedê yê giran lê tê birîn. Sayak diyar kir ku pêkanînên derbeya 12'ê Îlonê li Girtîgeha Sîncanê di dewrê de ne û ew ji cotmeha 2021'an û vir ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Sayak got ku tecrîd li hemû qadan belav bûye.   Sayak detnîşan kir ku niha tu ferqa Girtîgeha Sîncanê ji sepanên hovane yên 12’ê Îlonê ku li Zindana Amedê di dewrê de bûn qut nîn in û di 12’ê Îlonê de çi hovîtî li Zindana Amedê pêk dihat îro jî li Girtîgeha Sîncanê pêk tê û ew zîhneta 12’ê Îlonê li ser kar e. Sayak da zanîn ku sepanên antî demokratîk li li girtîgeha Sincanê bi awayek sîstematîk pêk tên û bi van sepanên antî demokratîk tecrîdê li her deverî belav kirin.    ‘FERASETA 12’Ê ÎLONÊ DIDOME’    Sayak anî ziman ku ew bi sepana mîna pratîka "Tevlihev bike li hev bîne” ya di darbeya 1980'yî de di dewrê de û ew bi van sepanan re rû bi rû dimînin û got: “Dema me ev yek anî bîra rêveberiya girtîgehê, bersiva ‘Kê got 12'ê Îlonê qediya ye’ girtine. Lê belê di vê pergala YGC'ê ya ku em 23 saetan di hucreyên yekkesî de tên hiştin, derûdorê me bi girtiyên edlî û bersûcên darbeyê tije kirin e.”    KURDÎ QEDEXE YE!    Sayak destnîşan kir ku pirtûkên bi kurdî ku zimanê wan dayikê ye nadin girtiyan û wiha got: “Pirtûkên me yên ku li girtîgehên din hatine vekolîn û dayîn, tenê ji ber ku kovarên me bi kurdî ne, nayên dayîn, heqê werger tê xwestin. Yanî mafên me yên xwendin û bidestxistina pirtûk/kovarên bi zimanê dayikê kurdî, de facto bi awayekî neqanûnî û keyfî tên astengkirin. Eşkere ye ku ev pêkanîn û zîhniyet berdewamiya zîhniyeta 12’ê Îlonê ye.”