Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim 2022-11-19 10:34:12   WAN - Girtî Yilmaz Ustek ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên ku rû bi rû meya anî ziman û got: “Nikarim bêhnê bistînim.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê de tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan ên giran dabûn destpêkirin, berdewam dike. Ji girtiyan Faîk Bûdak, Fatîh Baran, Remzî Akyurek di 16’ê cotmehê de biryar dan ku ew ê greva xwe wek bêdem û bêdorveger bidin meşandin. Yilmaz Ustek ê nexweşiya dil û mîgrenê pê re heye, di nava demeke kin de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Eregliyê hatiye kirin binpêkirinên mafan ên jiyaye bi van gotinan anî ziman: “Em terkî mirinê hatin kirin.”   ‘NIKARIM BÊHNÊ BISTÎNIM’   Yilmaz Ustek di 17’ê cotmehê de bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî. Ustek diyar kir ku ew di qawîşekê de tenê tê ragirtin û ev tişt gotin: “Hevalên me ji ber binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Hevaleke me jî xwe şewitand. Xwarin gelek xirab e û li vir tim kîlo didin. Bihêyên tiştên kantînê gelek zêde ye. Me terkî mirinê kirine. Min berî niha qeyrana dil derbas kir. Êdî nikarin bêhnê bistînim. Dema hilmê ji pozê xwe digirim, xwîn jê tê.”   ‘ZEXTÊN FÎZÎKÎ ZÊDE BÛN’   Nûriye Ustek têkildarî rewşa hevjînê xwe Ustek axivî û anî ziman ku tundiya fîzîkî ya li dijî girtiyan jî zêde bûye. Nûriye Ustek da zanîn ku reşwa hevjînê ber bi xirabiyê re diçe ev tişt gotin: “Hevjînê min berê li Wanê bû û sirgûnê Konyayê kirin. Li wir tim di bin zextê de ne û rewşa wî xirab e. Em ji rewşa wî biguman in. Bi tena serê xwe di qawîşekê de tête ragirtin. Nikare biçe nexweşxaneyê û nikare bi hevalên xwe re suhbetê bike. Ji ber li girtîgehê xwarin xirab in, baş xwarinê jî naxwe.”