Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin 2022-11-19 16:13:27   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re bang kir ku emeliyata Hevşaredarê berê yê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ku teşhîsa kanserê lê hatiye kirin bi lezgînî bê kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikêşine ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê ji bo çalakiya xwe ya 428’emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan” hat vekirin. Di çalakiyê de endamê Înîsiyatîfê parêzer Umît Akbûlût axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhanettîn Şahîn ê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê.    28 MEH E GIRTÎ YE   Bûrhanettîn Şahîn hevşaredarê berê yê Qereyaziyê ye û 28 meh berê hate girtin. Şahîn şandin Girtîgeha Erziromê. Akbûlût bal kişand ser rewşa Şahîn û ev tişt gotin: “Halê hazir hê jî wek girtî tê darizandin û dê 8’ê sibata 2023’yan danişîna wî bê lidarxistin. Şahîn adara 2022’yan de aciz bû û birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Erziromê. Li wir hin tahlîl girtin û teşhisa kansera lê hate kirin. Li gel encamên kişandina MR jî hat zanîn ku penceşêra laşê wî belav bûye û bijîşkê pispor aniye ziman ku divê Şahîn bi awayeke lezgîn bê ameliyaatkirin. Li ji bo ameliyata wî ya lezgîn çileya 2023’yan randewû dane wî.”    ‘DIVÊ DEMILDEST WERE EMELIYATKIRIN’   Akbûlût destnîşan kir ku Şahîn bi malbata xwe re hevdîtana dawî de aniye ziman ku êşên wî giran bûne û rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber penceşêr belav dibe rewşa wî di xetereyê de ye. Divê demildest Emeliyata wî bê kirin û li ciheke paqij bê girtin. Piştî vana jî divê were berdan.”