Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê 2022-11-19 16:38:25   STENBOL -  Ehmed Hac Hesen ê demek li mala Elbeşîr a bi teqîna Îstîklalê tê tawanbarkirin maye di îfadeya xwe de diyar kir ku kekê wî di nava OSO ya di bin kontrola Tirkiyeyê de ye hatiye kuştin û ne PKK’yî ye.    Îfadeyên Ehmed Hac Hesen, Yasîr Al Koralî, Fatma Berkel, Ferhat Habeş, Huseyîn Guneş, Rama Eltaha û Ehmed El Şeybun ên ku ji ber êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê hatibûn girtin, derketin holê. Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuyê, di îfadeya Ehmed Hac Hesen de ku Ehlam Elbeşîr ku bi teqîna Cadeya Îstîklalê hatibû sûcdarkirin, demeke kin li mala xwe kiribe mêvan, hûrguliyek balkêş heye.    KEKÊ WÎ DI NAVA OSO’YÊ DE HATIYE KUŞTIN    Hesen di parastina xwe de bi taybetî diyar kir ku birayê wî dema di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de şer dikir hatiye kuştin û got: “Ez tu carî piştgiriyê nadim PKK’ê. Birayê min di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de şehîd bû. Tu eleqeya min bi vê bûyerê re nîne. Ez sûcdarkirinan qebûl nakim."   7 SAL IN LI TIRKIYEYÊ YE    Yasîr El Koralî ku roja teqînê jî tê de 3 caran Elbeşîr biriye Taksîmê di îfadeya xwe de got: “7 sal in ez li Tirkiyeyê dijîm. Zarokên min li Tirkiyeyê çêbûn. Heke min bizaniya, wê jinikê van tiştan bikira, min ê vê jinikê li erebeya xwe siwar nekira û nebira.”