Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin 2022-11-20 07:54:23   NAVAENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku dê êriş bi herêmê re bisînor nemînin û wiha got: “Banga min li welatiyan ew e ku li gorî daxuyaniyên hêzên ewlekariyê tevbigerin.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyam parve kir. Ebdî, di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Bi bombebarankirina herêma me ya biewle re li tevahiya herêmê gef tê xwarin.    Ev bombebarankirin bi kêrî tu partiyan nayê.    Ji bo ku rê li ber karesatên mezin neyê vekirin, her tişt ji destê me tê em dikin. Lê belê heke şer derbikeve dê hemû kes ji encamên wê bandor bibe. Dê êriş tenê bi herêma me ya ku rastî êrişên barbar û êrişkar tê re bisînor nemîne.    Banga me ya ji bo malbatên me ew e ku li malên xwe bisekinin û li gorî daxuyaniyên hêzên ewlekariyê tevbigerin.”