ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN 2022-11-20 09:00:09   * Aktîvîsta Mafên Jinan Sara Aktaş diyar kir ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ku li Rojhilata Navîn bilind dibe weke banga şoreşê ye û anî ziman ku têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire.   * Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan diyar kirin ku wan tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nekişandiye û gotin: "Çar aliyên me bi kamerayan girtibûn. Me nedikarî heta destşoyê jî biçin. Ji ber dengê motorên darbirînê pezê me nedikarî biçêre."   * Rojnameger û nivîskar Hurşît Baran Mende ku çîroka jiyana dengbêj Meryem Xanê kelî bi kelî lêkolîn kiriye û wekî pirtûk çap kiriye, got: "Min xwe nêçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Nenaskirina Meryem Xanê jî nîşaneya xwedî derneketina li nirxên me ye. Heger em xwedî lê derketana dê me bizaniba ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye."   * Li Amedê zarokên ku li pîşesaziyê û kolanan dixebitin bi lêv kirin ku ji "bêgavî" dixebitin.   * *Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê destnîşan kirin ku Destar li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyi ye û ew dixwazin li dijî modernîteya kapîtalîst wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin.   * Bombebarana dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were şopandin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 622’yan de dê bidome.    * Şaxa ÎHD’a Amedê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê dê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a 5 salan ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat ê Anatoliyayê” parve bike. Her wiha baroyên Amed û Îzmîrê dê daxuyaniyê bidin. (11.00-11.30)   * MATUHAY-DER dê li avahiya HDP’a Bagcilarê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (12.00)   * Jin dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Mêrdîn, Amed, Îzmîr û Stenbolê panel û çalakiyan li dar bixin. (14.00-17)