Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn 2022-11-20 09:08:46   ŞIRNEX - Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan diyar kirin ku wan tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nekişandiye û wiha gotin: "Çar aliyên me bi kamerayan girtibûn. Me nedikarî heta destşoyê jî biçin. Ji ber dengê motorên darbirînê pezê me nedikarî biçêre."    Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yên Şirnexê di bin çavderiya leşkeran de bi destê cerdevanan darbirîna ku hatiye destpêkirin berdewam dike. Li gel darbirînê li herêmê di nava 3 mehan de 3 caran operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Herî dawî jî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di 7'e Mijdarê de ragihandibû ku li Şirnexê bi beşdariya 615 leşkeran "Operasyona Erenê ya Payîz-Zivistan-11" li dijî PKK'ê daye destpêkirin. Koçerên ku her sal bi hatina biharê berê xwe didin herêma Bestayê, îsal ji ber operasyonên leşkerî û darbirîna ku li herêmê hatiye destpêkirin rastî zehmetiyên mezin hatin. Li herêma Bestayê darên ku tên birîn, li şûna wan qûle tên çêkirin û derdorên wan jî bi kamerayan tên temaşekirin. Koçerên ku îsal ji Bestayê vegeriyan, behsa zehmetiyên ku li herêmê ditin kirin.    'LI HER ÇAR ALIYÊN ME KAMERA HEBÛN'   Ji koçeran Taybet Gungenê (50) diyar kir ku wan îsal li herêmê gelek zehmetî kişandiye û wiha axivî: "Bi salan e em vî karî dikin. Debara me li ser sewalkariyê ye. Heger em wî pezî xwedî nekin em ê çi karî bikin? Heger ku em wî pezê xwedî nekin, kareke din tune ye ku em bikin. Îsal em çûn Rîsorê, her çar aliyê me kamera bûn. Me nedikarî em biçûna destşoyê jî. Ji ber wan kamereyan me nedikarî serê xwe bişo. Li wir 6 mehan bênavber dar dihatin bîrin. Dema dar dibîrîn kezaba me dişewitî. Weke ku cenaze ketibe erdê em xemgîn dibûn."    Bi domdarî Gungen ev tişt anî ziman: "Li her derî leşker hebûn. Her gavên me dihatin temaşekirin. Kesekî ji ber wan nedikarî serê xwe bişo. Me çi bikira didîtin. Rojekê hatin wêneyên nasnameyên me û wêneyên me girtin û çûn. Heger miletê me vê darbirînê erê nekira wan nedikarî bibire. Mirov êdî nikare biçe wan deran pez xwedî bike. Hemû dar birîne. Cihê me Keniyamîr bû. Av bi qasî ava me paqij nebû. Lê li wir darbirîn dan destpêkirin û di carekê de tune kirin. Çi heqê wan hebû ku ew dar birîn? Dema motor diçe ser wan darên ter, ew ji mirovan bêtir diqîrin. Heger nebiriyana dê ew dar dê nevîçirkên me jî ew bidîtana. Me li gel pez bacan ew jî çandin. Bacanên wê derê wekî hingivîn şirîn bûn. Lê li ser qûleyên xwe çêkirin. Hemû tişt ji destê me derketin. Ava me birîn, darên me birîn. Bi Xwedê heger miletê me destûrê nede dewlet nikare bibire. Digotin li Bestayê xelas bibe, wê biçin Gabarê. Kesê ku van daran dibire kezaba wan jî bişewite. Heq nîn e ku van daran dibirin. Dar çi zirarê dide wan? Hemû mezinên me wisa kirin."   'JI BER DENGÊ MOTORÊ PEZ NEDIKARÎ BIÇERE'   Hîkmet Taşar, (52) jî anî ziman ku ji roja ku darbirîn li herêmê hatiye destpêkirin heta niha ew rastî astengiyên mezin tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pezê me li ku bisekine wesayitên zirxî li ber disekinin. Cihê me Keniyamîr bû. Ew jî ji destê me derxistin. Qereqol û qûleyên xwe tê de çêkirin. Darên wê hemû birîn. Îsal li her çar aliyên me darbirîn hebû. Ji ber dengê motorê pezê me nedikarî biçêre. Cihê me yê 50 salan bi carekê re tune kirin. Bîrên wê yek carê danin erdê. Koçeriya berê nemaye. Berê te ku bixwesta tu li wir disekînî. Di wan 2 mehên dawî de leşkeran ji me re her carê hişyarî dida û digotin, 'rabin' û li Çilênimêja ji me re gotin, 'hûn dê rabin.' Em rabûn ji wir çûn Rîsorê. Li wir jî ji ber darbirînê koneyên me di bin toza traktoran de ku daran dikişandin ma. Em daxwaz dikin ku aramî hebe."   'DAR QELANDIN'   Ji koçeran Taybet Gunê jî bi lêv kir ku li herêmê zehmetî gihîştine asta herî jor û wiha behsa astengiyan kir: "Darbirîn îsal pir hebû. Mehek mabû em vegerin, ji me re gotin, 'herin ciheke din bisekinin, tiştek bê serê we berpirsyar ne em in.' Zehmetiyên îsal pir zêde bûn. Bi taybetî jî ji jinan re zehmettir bû. Li her cihê ku darbirînê didan destpêkirin li wir kamera hebûn. Li wir dar qelandin. Rojê 30 wesayit dihatin dar dibirîn û ew bi traktoran dikişandin. Di carekê de darên Bestayê tune kirin. Ji pezê me re gelek zehmet bû. Bi birîna her darekê dilê me dişewitî. Lê tiştek ji destê mirov nedihat. Darbirîn ne tiştekî însanî ye, guneh e."