Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin 2022-11-20 11:14:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk li Dêrikê sivîl hedef girtin û di encama êrişa dijwar de 9 kes hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn.  Dewleta tirk şevê din di saetên dereng de gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke Kobanê, Şehba, Zirgan, Girê Spî û Dêrikê bi dijwarî bombebaran kir. Artêşa tirk li gundê Teqil Betil ê Dêrikê wesayîtek hedef girt.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar3e (ANHA), di encama êrişa li dijî wesayîtê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku piştî êrişê, welatiyên herêmê xwestin biçin cihê bombebaranê û kuştî û birîndaran rakin. Lê belê dema welatî ber bi cihê bûyerê ve diçûn, careke din ji hêla artêşa tirk ve hatin bombebarankirin.    Hat ragihandin ku di encama vê êrişê de jî 7 sivîl hatin qetilkirin û 3 jê birîndar bûn. Yek ji sivîlên hatiye qetilkirin jî peyamnêrê ANHA’yê rojnameger Îsam Ebdullah bû. Bi vê yekê re hejmara kesên li Dêrikê bi balafirên artêşa tirk hatin qetilkirin derket 9 kesan.