Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî 2022-11-20 11:33:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişên Tirkiyeyê wiha got: “Heke dewleta tirk êrişên xwe bidomîne, dê ziyan bigihije her kesî. Dê şer tenê bi vê derê bisînor nemîne û dê li her deverê belav bibe.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk pirsên Ronahî TV’yê bersivand. Ebdî, da zanîn ku ji Şehbayê heta Dêrikê gelek dever hatine bombebarankirin û wiha got: “Di dema êrişan de ferq û cudahî nexistin navbera sivîl û noqteyên leşkerî. Hinek şehîd û birîndarên me hene. Li gorî agahiyên li ber destê me, ev êriş dê hêjta bidomin.”    'EV SALEKE AMADEKARIYAN DIKIN’    Bi domdarî Ebdî bal kişand ser teqîna li Stenbolê û got ku tu têkiliya hêzên wan bi teqînê re nîne û wiha domand: “Hemû dinya bi vê dizane. Tu eleqeya hêzên kurd bi êrişên terorîstane yên li dijî sivîlan nîne. Êrişa li Taksîmê, ji hêla îstîxbarata tirk ve hat kirin. Bi destê komên çete yên girêdayî dewleta tirk hat kirin. Dixwazin ji ber vê êrişê hêzên me tawanbar bikin. Lê divê her kes bizane ku ji bo êrişên niha tên kirin ev saleke amadekariyan dikin. Lê belê dewleta tirk bi êrişa li Stenbolê re ji xwe re hincetek çêkir.”    'TENÊ BI HERÊMÊ RE BISÎNOR NAMÎNE’    Di berdewamê de Ebdî anî ziman ku dewleta tirk dixwaze “tolê hilîne” û herêmê vala bike û wiha got: “Ev yek jî yek ji lîstikên Erdogan ên ji bo hilbijartinê ye. Ev êriş dê tu carî nekarin vîna me têk bibin. Hêza me ji bo êrişan amade ye. Lewma jî ne bawerim bikarin ziyanên mezin bidin hêzên me. Lê belê heke dewleta tirk êrişên xwe bidomîne, dê ziyan bigihije her kesî. Em naxwazin şerekî mezin derkeve. Lê heke dewleta tirk di şerê li dijî me de israr bike, em jî ji bo berxwedaneke mezin amade ne. Şer tenê bi vê herêmê re bisînor namîne, dê li her deverê belav bibe û hemû kes jî dê ji şer bandor bibe. Banga me ew e ku hemû kes li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve û pêşî li ber êrişên hovane yên dewleta tirk bigirin.”    BANG LI GEL KIR   Ebdî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî agahiyên li ber destê me, ev bombebaran dê hinek din jî bidome. Di halê hazir de tu liv û tevgera dewleta tirk li tu deveran nîne. Me jî ji hêla leşkerî ve tevdîrên xwe girtine. Lê belê ji bo ku ziyan negihije wan, divê gelê me li gorî daxuyaniyên hêzên ewlekariyê tevbigerin.”