Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye 2022-11-20 12:40:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana ku li bajarên Rojhilat û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tê domandin, di hefteya 10’an de berdewam dike.      Çalakiyên protestoyî yên ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kirin, di hefteya 10’an de didomin. Li Sine, Mahabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqîz, Dîwandere, Merîwan, Qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abîdanan û gelek bajarên din gel li kolanan li ber xwe dide. Di dema çalakiyên li Dîwanderê de hêzên rejîmê êrişî çalakvanan kir û herî kêm 5 kes qetil kirin.    Her wiha li Mahabadê bi sedan kes tev li merasîma cenazeyê Kemal Ahmet Pur bûn ku ji hêla rejîmê ve hatibû qetilkirin. Piştî merasîma cenaze jî çalakî mezintir bûn.    Li bajarê Sineyê jî xwendekaran çalakî li dar xistin û rastî êrişa hêzên rejîmê hatin.    Her wiha li bajarên Tehran, Meşhed, Îsfehan, Tebrîz, Şîraz, Ahwaz û çendek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin.