Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin 2022-11-20 14:14:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya PYD’ê, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Şengalê û YRA’yê têkildarî êrişên dewleta tirk daxuyanî dan û ev bang kirin: “Dem dema xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê ye. Hemû kes divê dakeve qadan û rê li ber van sûcên mirovahiyê yên dewleta tirk bigire.”    Tirkiyeyê şevê din di saetên dereng de û îro di danê sibehê de êrişî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Dêrik û Efrîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derdora Çiyayê Qendîlê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Di encama êrişên heta niha de yek jê rojnameger herî kêm 11 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê jî didomin. Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin.    Di vê çarçoveyê de Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş şermezar kir. PYD’ê, diyar kir ku dewleta tirk her tim hebûna xwe di tunekirina gelên herêmê de dibîne û wiha hat gotin: “Bi taybet jî dixwaze gelê kurd qir bike. Ji roja damezirandina komarê heta niha stratejiya wê ya sereke, koçberkirin û tunekirina gelê kurd e. Ji bo vê stratejiyê jî serî li her rêbazên terorîst dide. Li gel ku çekên kîmyewî jî li dijî bakur û başûrê Kurdistanê bi kar anîn nekarî bi ser keve. Lewma jî niha berê xwe da Rojava. Dixwaze bi serkeftinekê emrê xwe dirêj bike. Lê em ji dewleta tirk re dibêjin ku dê ev êriş nekarin vîna me têk bibin û dê projeya me ya li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş bidome.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Banga me ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ew e ku li ser bingeha parastinê, xwedî li nirx, rûmet û mafên xwe yên demokratîk derbikevin. Banga me ji bo parêzvanên demokrasiyê jî ew ku li dijî vê teror û hovîtiya dewleta faşîst a tirk, li rex gelê me bisekinin. Her wiha Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wê ne.”   KONGREYA STAR    Têkildarî mijarê Meclisa Kongreya Star jî daxuyaniyek da û êriş şemezar kir. Kongreya Star, wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk a dagirker bênavber êrişî gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji van êrişan mebest ew e ku gel bitirsînin. Ev êriş, bi nêzbûna hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê pêk hatin û armanca wan jî têkbirina aramiya herêmê ye. Dewleta tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê van êrişên hovane dike lê tevek jî bêdeng in. Em van êrişan red dikin. Divê em li dijî van êrişên qirkirinê ku dixwazin gelê kurd û destkeftiyên wan tune bikin, em dakevin qadan û serî hil din. Ev sûcên hovane dê nekarin vîna gelên herêmê têk bibin. Berevajî vê, dê bikin ku gel ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe ya pîroz bêhtir gavan bivêje. Em hêzên ku qada hewayî ji dewleta tirk re vekirin jî şermezar dikin. Banga me ji bo wan ew e ku li dijî vê destdirêjî û sûcên dewleta tirk gavan biavêjin û qada hewayî lê qedexe bikin. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe, em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin û parastina xaka xwe bikin."   RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî têkildarî êrişan ev daxuyanî da: “Em bi navê gelê Şengalê, êrişên dewleta tirk ên li ser gelê me yê Rojava şermezar dikin. Ev êriş, li dijî aştî, aramî û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Bi taybet jî bang li gelê me yê êzidî dikin ku rabin ser pêyan. Ji ber ku ên li me xwedî derketin, Rojava bû. Di demên herî zehmet de ew li kêleka me sekinîn û îro jî roja xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê ye. Divê gelê me dakeve qadan û pêşî li ber van êrişan bigire.”    YEKITIYA RAGIHANDINA AZAD   Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) jî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ku di encamê de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah jiyana xwe ji dest dabû û nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Caredê jî birîndar bûbû, daxuyanî da. YRA’yê sersaxî ji bo malbata Ebdullah xwest û ji bo El Ceradê jî şîfaya xêrê xwest. YRA’yê bi domdarî wiha got: “Em sûcên dewleta tirk ên li dijî sivîlan û rojnamegeran bi tundî şermezar dikin. Banga me ji bo civaka navdewletî, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) û saziyên ji parastina rojnamevanan berpirsyar ew e ku van sûcên dewleta tirk bibînin û bi erka xwe rabin. Êrişên dewleta tirk, xetereyeke mezin li ser jiyana sivîlan, rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê yên navneteweyî ku li herêmê dixebitin çêdike. Lewma jî divê her kes bi erka xwe rabe û pêşî li ber van êrişan bigire.”