HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin 2022-11-20 14:31:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di êrişan de 13 welatî û şervanekî me şehîd bûn û 9 sivîl jî birîndar bûn. Ev komkujî dê bêbersiv nemînin û di dem û cihên guncav de wê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn.”   Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşad. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); HSD’ê diyar kir ku dê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bêbersiv nemînin.    Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSD’ê têkildarî mijarê wiha ye:    “Dewleta tirk a dagirker ev demeke dirêj bû amadekariyên êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku wê bi xwe li Stenbolê pêk anîn kirin hincet û gefên êrişê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê mijdarê de bi şev seat di 12:00’an de êrişeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anî. Di vê êrişê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrişên hewayî heya danê sibehê bi navber berdewam kirin.   LI DÊRIKÊ KOMKUJIYEKE MEZIN HAT KIRIN   Di encama van êrişan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendekî saziya ceyranê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê, dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker careke din gel kir hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Her wiha cihê belavkirina ceyranê jî zirareke mezin dît.   ENCAMÊN ÊRIŞAN   Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraetê digirtin, şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanekî me şehîd bû.    Li Kobanê di encama êrişên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtin.   Di van êrişan de bi qasî ku hat zelalkirin zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest dan.   HEMÛ GELÊN HERÊMÊ HEDEF HATIN GIRTIN   Dewleta tirk a dagirker bi van êrişan ve carek din rûyê xwe yê qirker û faşîst eşkere kir ku ew dijminatiya gelan dike û tehemûla wê ji aramiya herêmê û jiyana hevbaş a gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê re nîne. Ev êriş ne tenê li hemberî gelê kurd hat lidarxistin. Armanca vê êrişê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê bû.   DÊ DI DEM CIHÊN PÊWÎST DE BERSIV BÊ DAYÎN   Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrişên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker parast, ji niha û şûnde jî em ê vê erka xwe ya dîrokî bi israr û biryarbûneke mezin berdewam bikin. Ev komkujiyên dewleta tirk a dagirker wê bêbersiv nemînin. Di dem û cihên guncav de wê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn.   DÊ GELÊ ME BIRYARBÛNA XWE HÎN XURTIR BIKE   Em bawerin ku wê gelê me heta dawiyê li hemberî van êrişên hovane yên dewleta tirk a dagirker, yekitiya xwe, hevgirtin û biryarbûna xwe hîn xurtir bike. Wê girêdana xwe bi axa xwe û aramiya herêmê ve ji her demê zêdetir pêş bixe û helwesteke xurt li dijî êrişên hovane yên dagirkeriya tirk û hevkarên wê bide.   Em ji bo tevahiya gelê xwe û ji malbatên kesên di vê komkujiyê de şehîd bûne sersaxiyê dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li ked, tekoşîn û bîranîna wan derkevin. Her wiha em şîfaya xêrê bo hemû birîndaran dixwazin.”