Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin 2022-11-20 14:47:00   ŞIRNEX / MÛŞ – Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin. Di çalakiyan de wiha hat gotin: “Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bi ser bixe, AKP hewl dide bi ser bixe.”   Duh di saetên derengiya şevê de Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrişên hewayî yênl li dijî herêmê hêj niha jî berdewam in. Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de li Şirnexê daxuyanî hat dayîn û êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê hat dayîn û endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din amade bûn.    ‘NE KURD LÊ DAIŞ GEF E’   Daxuyanî, ji hêla Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gunden, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide tişta ku DAIŞ’ê nekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike pêk bîne û wiha domand: “Efrîn û herêmên din ên kurdan ên rastî êrişên dagirkeriyê hatin, ji bo DAIŞ û dûvikên wê bûn qadên jiyanê. Weke ku desthilatdarî îdia dike ev êriş ewlehiya Tirkiyeyê xurtir nakin. Berevajî vê, gefên li dijî welêt mezintir dikin. Ji ber ku ji bo Tirkiyeyê ne kurd lê DAIŞ û rêxistinên li wan qadên dagirkirî tên xweyîkirin gef in.”    ‘GEL DIKÊŞIN NAVA ÇIRAVÊ’   Bi domdarî Gungen ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare welat birêve bibe. Lewma jî li hundir zextê li gel dike û li derve jî bi stratejiya şer hewl dide temenê xwe dirêj bike. Bi vê yekê re gel dikişîne nava çiravê. Divê hemû hêzên demokrat ên neteweyî û navneteweyî li dijî van êrişên derhiqûqî derkevin û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku nebin parçeyeke vê komployê. Ev êrişên hemwext ên li dijî Kobanê, Til Rifet û Şengalê pir xelet in. Xwedê rehma xwe li kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.      MÛŞ    Rêxistina HDP’a Mûşê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide tişta ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê nîvco hiştî temam bike.”   Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser êrişa li Taksîmê û wiha bi dawî kir: “Me ev êriş şermezar kir û şermezar dikin. Me di êrişên bombeyî de dît ku di esasê xwe de li holê lîstikeke qirêjî heye. Destên tarî li ser kar in û hinek kesan ji bo serkeftina hilbijartinê dest bi karê xwe kirin. Gelo hûn qala çi ewlehiya sînor dikin? We Efrîn dagir kir û niha jî çete li wir in. We Idlib dagir kir û niha bûye baregeha çeteyan. Dê têkoşîna me ya li dijî vê faşîzmê bidome. Gelê kurd bi tenê nîne. Yên ku niha bi qetilkirina kurdan hewl didin ji xwe re meqaman bi dest bixin bila baş bizanin ku em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.”