Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan 2022-11-20 15:31:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdeyê li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan. Di çalakiyan de êrişên dewleta tirk û bêdengiya Rûsya û hêzên koalîsyonê hat şermezarkirin û peyama berxwedanê hat dayîn.    Bi mebesta protestokirina êrişên Tirkiyeyê yên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn, li Qamişlo û Amûdê bi hezaran kes daketin qadan. Di çalakiyan de êriş hatin şermezarkirin û soza parastina xaka Rojava hat dayîn.    Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên Qamişloyê ku endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û pêkhateyên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên saziyên çandê, siyasî û ewlehiyê jî di nav de bûn, li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan. Meş ji Çerxerêya Sonî ya li aliyê rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên "Hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re dijminatiya hemû gelan e", "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin û dagirkerî û îxanetê têk bibin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin hildan. Di dema meşê de beşdaran bênavber dirûşmên “Gerîla vîna me ye", "Bijî berxwedana Rêber Ocalan", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Gerîla nûnertiya me dike", "Bijî berxwedana Rojava" û “Hilweşe dewleta dagirker û sûcdar” hatin berzkirin.   ‘REJÎMA ERDOGAN LI BER HILWEŞÎNÊ YE’   Meş, heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di çalakiyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen axivî û wiha got: “Êrişên duh bi şev li dijî Kobanê, Dêrik û başûrê Kurdistanê hatin kirin, berdewamiya zîhniyeta Osmanî ya 500 salî ye. Lê berxwedana gelên Kurdistanê, ya Rêber Ocalan û gerîlayan a li Avaşîn, Metîn û Zapê îsbat dike ku Erdogan û rejîma wî li ber hilweşînê ne. Ji bo veşartina vê hilweşînê jî van êrişan dike. Banga min ji bo gelên me ew e ku dakevin qadan û serî hil din.    KESEK NIKARE BERÊ ME JI RÊYA AZADIYÊ BIKE   Armanca dewleta tirk a ji van êrişan ew e ku li sînorên Mîsak-î Mîllî vegere. Dewleta tirk li gorî perspektîfa hêzên hegemon ên weke Rûsya û Amerîkayê van êrişên qirkirinê pêk tîne. Lê me çawa ku bi vîna û israra xwe ya li ser fikrê Rêber Ocalan û bi saya hezaran şehîdan ev xak parast, dê niha jî biparêzin. Hemû cîhan bi ser me de were jî dê nekarin me ji armanc, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe.”    AMÛDÊ   Bi heman boneyê li Amûdê ya Kantona Qamişloyê jî bi hezaran kes li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Şehîd Cîhad ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û pankarta “Bi vîna gelan û gerîla dê dagirkerî û xiyanet têk biçe” hate hildan. Girseyê bi dirûşman êrişên dewleta tirk û bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kirin.    Meş, li Qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û êrişên dewleta tirk şermezar kir. Yûnis, got ku asta êrişan nîşaneya binketina siyaseta Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji van êrişan mebest dikin ku gelan qir bikin, vîna wan têk bibin û rêveberiya xweser têk bibin. Lê çawa ku berê bi binket, dê îro jî bin bikeve. Her wiha bêdengiya Rûsya û hêzên navdewletî jî cihê şermezariyê ye. Gelê me yê li dijî DAIŞ’ê sekinî û mirovahî ji DAIŞ’ê parastin li pêş çavên wan tên qirkirin. Ev bêdengî, nîşaneya hevkariya wan e. Dem, dema berxweda û têkoşînê ye. Bi van êrişan vîna me gelên me naşikê.”   Çalakî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimre dagirkerî û faşîzm”, “Bijî biratiya gelan” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.