ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin 2022-11-20 15:33:34   AMED- ÎHD'a Amedê, destnîşan kir ku li Kurdistanê di nava salên 2017'an û 2021'an de herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi mûnasebeta 20 Îlonê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê binpekirinên mafên zarokan ên di navbera salên 2017 û 2021'an ên li Kurdistanê pêk hatine raporek amade kir. Komeleyê rapora ku amade kiriye bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Daxuyaniya bi tevlîbûna serokê ÎHD'ê Abdullah Zeytûn , Endamê Komîsyon Zarokan Eylûl Ozgul Tekîn li avahiyê komeleyê hat lidarxistin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn bal kişand ser binpêkirinên mafan û ev tişt gotin: "Em ji bo ku binpêkirinên tên kirin bên famkirin û guherandina sedemên van polîtîkayan pêşniyarên xwe parve dikin. “Divê şer û pevçûnên têkildarî pirsgirêkan kurd bên dawîkirin, mafên zarokan bi awayek aştiyene, bi parastina mafên wan esas girtinê bên amadekirin.”    ‘ZAROK DIBIN HEDEF’   Endama Komisyona Mafên Zarokan Eylul Ozgultekîn bal kişand ser astengkirina mafên jiyanê yên zarokan û diyar kir ku li Kurdistanên herî kêm mafê jiyanê tê binpêkirin û mafê 132 zarokan ên jiyanê hatiye binpêkirin. Ozgultekîn wiha pê de çû: “Di herêma me de ji ber şer û pevçûnan di serî de mafê jiyanê mafên bingehîn ên zarokan tên binpêkirin û got: “Şerê derbasî jîngehan bûye zarok dibin hedefa şerê bi çekî, bi teqemeniyan birîndar didin û jiyana xwe ji dest didin.”    BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÎ   Ozgultekîn destnîşan kir ku ew raporên xwe di nava salên 2017’an û 2021’an de ji agahiyên serdanên komeleya wan û agahiyên ji medyayê hatine tomarkirin pêk anîne û got: “Dema qedexeyên derketina derve de şer de 2 zarok, di înfazên bê darizandin ên bi destê polîs û cendirmeyan de 2 zarok, di çalakiyên bi bombeyî de 4 zarok, bi teqîna mayîn û teqemeniyên bêxwedî hatine hiştin de 13 zarok jiyana xwe ji dest dan û têkildarî van bûyeran bi giştî 32 zarok birîdar bûn. Di encama îxmalkariyê jî 19 zarok jiyana xwe ji dest dan 265 zarok jî birîndar bûn. Di 20 bûyerên wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran de 12 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî bi giranî birîndar bûn.   MIRINÊN BIGUMAN, KUŞTIN, DESTDIRÊJÎ...   26 zarok bi biguman, 30 zarok bi xwekuştinê,16 zarok bi tundiya di nava malê de, 20 zarok di çalakiyên derve de jiyana xwe ji dest dan û 77 zarok jî di van bûyeran de birîndar bûn. 43 zarok rastî destdirêjahiya nava malê hatin, 613 zarok di qadên civakî de rastî destdirêjiyê hatin 17 zarok bi revandinê hatine desteserkirin, 5 zarok mecbûrê fihûşê hatine kirin.    157 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN   Li Kurdistanê 157 zarok hatin binçavkirin, 14 ji wan hatin girtin. 71 zarok di van binçavkirinan de rastî îşkenceyê hatin. 6 zarok li dibistanê rastî tundiyê hatin. Li gorî Rapora Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a 12’ê hezîranê parve kiriye di nava salên 2013’an û 2021’an de li li tevahiya Tirkiyeyê 176 zarok jiyana xwe ji dest dan. Li Kurdistanê 132 zarok jiyana xwe ji dest dan û 385 zarok jî birîndar bûn.”   TEVBÎRÊN DIVÊ BÊN GIRTIN   Ozgultekî ji bo pêşî li binpêkirinên mafên jiyanê yên zarokan bên girtin ev tevbîr rêz kirin: “Divê dijî mayînê derve û nêzî jîngehan berpirsyariyên peymana OTTOWA'yê bên pêkanîn, wesayitên zirxî li bajaran bên qedexekirin û lêpirsînên bibandor dijî kuştin û birîndarkirinên bi van wesayîtan pêk hatine werin destpêkirin. Divê dijî her binpêkirinên mafên zarokan lêpirsînên bibandor bên destpêkirin, bi darizandinên adîlane û lezgîn pêşî li van binpêkirinan bê girtin. Dîsa divê hişyariyên ser Madeyên Peymana Mafên Zarokan ên 17-18-30’an bên pêkanîn, pêdiviyên Peymana Lanzarote’yê ya dijî bên pêkanîn, li dibistananan perwerdeya zatendî û perwerdeya xwe ji êrişên zayendî parastinê jî têkeve di nava bernameyên dersan. Divê muameleya xirab û îşkenceya di binçavkirinê de, derveyî cihên binçavkirinê de, di girtîgehan de yên ku zarok rûbirû dimînin bi lêpirsînên edlî û îdarî bên lêkolînkirin.   Em wek Şaxa Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Amedê careke din bi bîr tînin, Komara Tirkiyeyê divê berpirsiyariyên xwe yê peymanên navnetewî û mewzûatên neteweyî ya aligirê wan e bi cih bîne. Polîtikayên civakî û siyasî yên aşitiyane yên mafê berjewendiya zarokan diparêze pêşbixe.”