Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e 2022-11-20 22:00:55     AMED - Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd bertek nîşanî êrişên dewleta tirk li dijî Rojava dan û helwesta sazî û rêxistinên navneteweyî rexne kirin û gotin: “Bêdengiya li dijî van êrişan hevkariya van sûcan e.”   Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd tekildarî êrişên dewleta tirk li dijî Rojava, daxuyaniyên nivîskî ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dewleta tirk bi van êrişên careke din DAIŞ'ê bi hêz dike û wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya hêvî dikir ku DAİŞ têk neçe, li ser têkçûyina DAİŞ’ê gelek caran êrişî Rojava kir, duh bi şev jî di serî de Kobanê; bi êrîşên hewayî bajarên wek Girê Sipî, Dêrik, Zirgan û Şehbayê yên Rojava bombebaran kir. Bi van êrişan hewl dide ku careke din DAIŞ’ê bi hêz bike. Piştî berxwedana destanî ya gelê Kurd a li Kobanê, di gel DAİŞ’ê xewn û xeyalên desthilatdariya AKP-MHP’ê jî şikestin. Bi serkeftina Kobanê hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd gihêjt lûtkeyê û bi vê hişmendiyê gelê Kurd bi yek dilî xwedî li Kobanê derket, bi vî awayî sînorên ku di nav axa Kurdistanê de hatine avakirin ji holê rakirin. Sedema van êrişên ku îro pêk tên û veguheriye hêrseke mezin ev yek e.”   ‘ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN IN’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrişan destkeftiyên gelê kurd e û wiha hat gotin: “Zîhniyeta ku digot 'Heke pêwîst bike em ê ji Sûriye’yê fuzeyek an duduyan bavêjin Tirkiyeyê” di teqîna li Taksîmê de careke din ruyê xwe yê tarî nîşanî me da. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku dixwaze bi xwîna gelê Kurd çîroka serkeftinê binivîsîne, îro careke din nîşan da ku bi êrîşên li ser Rojava hiqûqa navneteweyî û mafên serweriyê binpê dike, hewl dide ku bi rêya kaos, şer û xwînê desthiladariya xwe bidomîne.”   ‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE’   Di daxuyaniyê de helwesta sazî, hêz û rêxistinên navneteweyî yên li dijî êrişa dewleta tirk jî hat rexnekirin û di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Bêdengiya li dijî van êrişan hevkariya van sûcan e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku wêrektiya xwe ji vê bêdengiyê digre, bi agahiya DYA’yê û bi destûra Rûsya’yê êrîşî Rojava kir. Em wek Tifaqa Kurdistanî ji bo ên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Serê gelê me sax be.    Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê têkoşîna mirovahiyê bû, em weke Tifaqa Kurdistanî; bang li her kesî dikin ku mirovahiyê biparêzin. Em bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybetî jî li gelê xwe dikin ku, bi ruhê Kobanê bi Rojava re bibin yek û xwedî li destkeftiyên gelê Kurd derkevin, ji bo civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk banga me ew e ku; li dijî van êrîşan têbikoşin û bibin xwedî helwest û em dibêjin gelê Kurd bi berdelên giran DAİŞ’ê têkbir, dema ku gelê Kurd ji bo hemû heremê barê demokrasi û azadiyê da ser milên xwe, hêzên navnetewî vê yekê bi kêfxweşî pêşwazî kirin, divê îro heman hêz li dijî van êrîşên bêqanûn bêdeng neminin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”