Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê 2022-11-20 22:30:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li herêma Deriyê Sînor ê Oncupinara Kilîsê roketek hatiye avêtin û 8 personelên wan birîndar bûne.   Li Kilîsê li herêma Deriyê Sînor ê Oncupinarê roket hat avêtin. Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û got: "Di encama êrişê de yek jê komîser, şeş jê polîs bi giştî 8 personelên ewlehiyê birîndar bûne."   Di teqîna ku bi ketina rokêtê pêk hat de, parçeyên şarapnelê li leşkerek û 7 polîsan ketin. Hat hînbûn ku gelek ambûlans û polîs û leşker sewqî cihê bûyerê hatine kirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.   Piştî êrişê tedbîrên ewlehiyê yên li ser xeta sînor derketin asta herî jor. Piştre bi obus û roketavêjên curbecur hin dever hedef hatin girtin.