Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin 2022-11-20 22:54:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên tirk careke din bi çekên giran rojavayê Kobanê bomberdiman kirin.   Êrişên Tirkiyê yên li ser rojava û başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Balafirên şer ên tirk careke din bi çekên giran rojavayê Kobanê bomberdiman kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; bajaroka Şiyûx Jêrîn, gundê Mixar Zor û gundê Ehmed Mûnîr hatin bombebarankirin û hate gotin ku Tirkiyê herêmê bi çekên giran û hawanan kiriye hedef.   Bombebaranê bi dijwarî dewam kiriye û derbarê encamên êrişê de agahî nehatin bidestxistin.    Her wiha balafirên şer gundên Malikiye, Kefer Atûn ên navçeya Şera û gundê Bêlûniyê yê navçeya Şehba yên Kantona Efrînê bombebaran dikin.   Her wiha balafirên şer gundê Til El Leben û Gûzeliyê yên navçeya Til Temirê bombebaran kirin.