Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn 2022-11-21 08:55:02   AMED - Li navçeya Rezan a Amedê 4 kesên birûpoş li qehwexaneyekê de êrişa çekdarî pêk anîn û 3 kes birîndar bûn.   Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê bi şev ji aliyê 4 kesên birûpoş ve li dijî qehwexaneya ku li Cadeya Gurselê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn. 3 kesên birîndar piştî alîkariya ewil a ekîbên tenduristiyê yên li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.   Di encama êrişê de gelek qalikên fişekan li erdê hatin dîtin û ji aliyê polîsan ve hatin komkirin. Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.