Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin 2022-11-21 09:02:56   MÊRSÎN - Girtiyê bi navê Mehmet Ûmît ê ku nêzî hefteyekê ji Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê sewqî Girtîgeha Eregliyê hat kirin û destê wî yê rastê nîne, di hucreya yekkesî de tê girtin. Malbata wî anî ziman ku Ûmît bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û bang li raya giştî kir ku li dijî tiştên li Eregliyê diqewimin bi hestiyar bin.    Zêdebûna zextên li girtîgehan gefê li tenduristî, ewlekarî û mafên jiyanê yên girtiyan dixwe. Girtiyên bi hincetên keyfî bi lez û bez sewqî girtîgehên din hatin kirin, li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî kûrkirina şert û mercên tecrîdê di 4’ê cotmehê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan hatibû destpêkirin. Faîk Budak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek jî di nav de girtiyan biryar dan ku di 16'ê mijdarê de çalakiya xwe ya bêdem û bêdorveger bidomînin. Mehmet Ûmît ku beriya hefteyekê ji Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê sewqî Girtîgeha Eregliyê hat kirin û milê wî yê rastê tune ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ligel ew nikare pêdiviyên xwe şexsî pêk bîne jî ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Ûmît ê 34 salî di bûyerên vetoyê yên Hilbijartina Giştî ya 12'ê Hezîrana 2011'an de destê wî yê rastê hatibû qutkirin, piştre hat girtin û şandin girtîgehê. Ji ber sûcên "kuştina bi qestî" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê yê giran û 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ûmît di sala 2007'an de di 15 saliya xwe de bi hêceta beşdarî Newrozê bûye hat girtin û piştî 7 mehan li Girtîgeha Pozantiyê ya Zarokan ma hat berdan.   Dayika wî Salîha û xwişka wê ya mezin Sarya Ûmît têkildarî hevdîtin bi telefonê pê re kirine û rewşa girtîgehan de ji ajansa me re axivîn.    NIKARE CILÊN XWE LI XWE BIKE    Salîha Ûmît anî ziman ku di 17'ê mijdarê de bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û hîn bûne ku ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin û wiha got: “Bila wê bibin cem hevalên wê, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Berê li Girtîgeha Îzmîrê bû û li wir bi heqaret û gefan re rûbirû mabû. Kurê min niha 5 roj in li Eregliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bi tena serê xwe nikare cilên xwe jî li xwe bike. Zextên li ser girtiyan rawestînin. Em ji çapemeniyê dibihîzin ku li Eregliyê zextên giran tên kirin û girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Tişt û pirtûkên we yên şexsî desteser dikin. Ev îşkence ye. Girtiyên nexweş li ser nivîna mirinê tên hiştin. Divê hemû gelê kurd xwedî li girtiyên xwe derkeve.”    DI DEMA SEWQÊ DE ÎŞKENCE    Xwîşka wî Sarya Ûmît diyar kir ku birayê wê beriya niha sewqî gelek girtîgehan hatibû kirin, di dema sewqiyata Eregliyê de bi îşkenceyê re rûbirû maye û wiha domand: "Dema ji Tekîrdagê sirgûnî Îzmîrê hat kirin, av li wî kirin û bi kîlometreyan rê birine. Ji ber vê bûyerê nêzî mehekê nekarî bimeşe. Dema em herî dawî di meha îlonê de ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê, anî ziman ku zextên giran li girtiyên siyasî tên kirin û bi cezayên kêfî eşyayên wan tên desteserkirin. Wisa bûye ku heta nefesa xwe bidin û bistînin. Wî got ku xwarin pir xirab bûye. Her telefona ku em bi Mehmet re dikin bi kêfî tê qutkirin. Herî dawî di 17'ê mijdarê de telefon kir û got ku ew sirgûnî Eregliyê kirin."   ‘TIŞTÊN DIQEWIMIN ME DIXE NAVA FIKARAN’    Ûmît da zanîn ku girtiyên nexweş tevî raporên tenduristiyê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: "Tişta ku em dixwazin ew e ku raporên wan li ber çavan bên girtin. Daxwaza me yekane ew e ku ew ji hucreya yek kesî derxin û bibin cem hevalên wî. Nûçeyên dawî yên li Ereglî me dixe nava fikaran, li ser girtiyan zextên cidî yên derûnî hene. Girtiyên ku cezayên wan ên giran tên dayîn şandin Eregliyê. Li girtîgehan her roj mirin hene. Kesên ku hatine cezakirin bernadin. Bila raya giştî dengê girtiyan bibihîze. Ji Wezareta Dadê xwest ku demildest li Girtîgeha Eregliyê lêkolînan bike.”