Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê 2022-11-21 09:09:26 SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik diyar kir ku qeyûm 18 malên şaredariyê dane firotinê û wiha got: "Dixwazin şaredariyê bêfonksiyon bihêlin.”      Osman Hacîbektaşoglu yê ku li şûna Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a ji wezîfeyê hat dûrxistin wek qeyûm hat tayînkirin, malên şaredariyê derxistiye ber firotinê. Qeyûm Hacîbektaşoglû 18 malên neguhêzbar ên şaredariyê dan firotinê. Ji 23 hezar û 630 mîtroçargoşe zevî û parzûn 13 jê li taxa Evrenê, 3 li taxa Çalê û 2 jê li Taxa Yagmurtepe û Taxa Kooperatîfê ne. Îhaleya van mal û milkan wê di 22’yê mijdarê de li avahiya şaredariyê bê kirin.   IŞIK: DEYN ZÊDE YE    Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik bertek nîşanî firotina mal û milkên şaredariyê da û diyar kir ku qeyûm deyndarê şaredariyê ye. Işik anî ziman ku deynên şaredariyê tên veşartin û wiha got: "Me 6 mehan carekê maseya hatin û lêçûnê li şaredariyê daleqand. Li gorî prensîba şaredariyê me dahat û lêçûnên xwe bi raya giştî re parve kir. tayînkirina qeyûman kes nizane dahat û lêçûn çi ne. Lê diyar e ku deynek zêde heye. Em bi vê dizanin. Şaredarî gihiştiye qonaxeke wisa ku ji bo mazotê têxin otobusan jî bi zehmetî pereyan peyda dikin.”    'DIXWAZIN ŞAREDARIYÊ BÊFONKSIYON BIHÊLIN’    Işik anî ziman ku ji ber ku dizanin bi hilbijartinê nikarin şaredariyê bi dest bixin vê carê mal û milkê şaredariyê bi lezûbez difiroşin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku dizanin demeke kurt heye, li şaredariyê çi hebe hewl didin bifiroşin. Dixwazin dema şaredarî dîsa bikeve destê me, şaredariyê bêfonksiyon dihêlin. Hemû mal û milkê şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Dixwazin şaredariyê vala bikin ji ber ku dizanin bi hilbijartinan nikarin şaredariyê bigirin." Işik da zanîn ku mal û milkê şaredariyê yê gel e û erd di bin nirxê xwe de hatine firotin û wiha axivî: "Sînorê lêçûnên ji kaseya şaredariyê re tune ye. Lêçûnên ku divê walîtiyê bike jî ji kaseya şaredariyê tê kirin. Ji ber ku kontrola wan tune ye, vê yekê bi rihetî dikin. Em ê tu carî destûrê nedin dizî û talana wan. Em ê nehêlin pereyên gel bi awayekî hovane bên xerckirin, her kiryareke bêhiqûqî divê li pêşberî darazê bê hesabkirin. Bila tu kes nebêje ku xwedî li şaredariyê dernakevin.”    MA / Fethî Balaman