Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin 2022-11-21 12:12:38   STENBOL - Endamên SYKP’ê bi mebesta protestokirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Endamên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) bi mebesta protestokirina êrişên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kartalê li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Li ser dîwarên navçeyê nivîsên weke “Dê berxwedana Kobanê bi ser keve”, “Dê dagirker têk biçin, gelê kurd ê berxwedêr bi ser keve” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin nivîsandin.    SYKP’ê wêneyên nivîsan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir û wiha got: “Dê dagirker têk biçin û gelê kurd ê berxwedêr bi ser keve. Werin em li dijî êrişên hewayî yên li dijî Rojava dengê xwe derxînin û piştgiriyê bidin gelê kurd ê li ber xwe dide. Bijî berxwedana Kobanê.”