Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin 2022-11-21 13:16:58   ÎZMÎR - Parêzer Aryen Tûran a endama OHD’ê ku ji ber axaftina xwe di kongreya Baroya Îzmîrê de hatibû binçavkirin û berdan, derbarê wê de îdianame hat amadekirin.    Parêzer Aryen Tûran a endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê, di kongreya Baroya Îzmîrê de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û qetilkirina JÎna Emînî û binpêkirinên li girtîgehan axivîbû. Piştre hedef hat nîşandan û li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû hatibû berdan. Serdozgeriyê ji ber axaftina Tûran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir.    Îdianame ji aliyê 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil a dozê dê di 16’ê sibata 2023’yan de bê li darxistin.