Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje 2022-11-21 13:48:35 RIHA - Roketên ku nayê zanîn bê ka ji hêla kê ve tên avêtin, li navçeya Qerqamiş a Dîlokê ketin. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.    Dewleta tirk bi hinceta êrişa Taksîmê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn û bombe lê barandin. Ji şevê din heta niha jî li navçeya Qerqamiş a Tirkiyeyê ku li ser sînorê Cerablusê ye, roket tên barandin ku nayê zanîn bê ka ji hêla kê ve tên avêtin. Şevê din 4 roket li navçeyê ketin û îro di danê sibehê de jî roket lê hatin barandin. Di encama êrişa bi roketan a dawî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.    Çapemeniya alîgir a AKP-MHP’ê, îdia kirin ku roket ji hêla YPG’ê ve tên avêtin lê belê Cerablus a ku roket lê tên avêtin, di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo ku tev li şerê navxweyî yê Sûriyeyê bibin, di salên ewil ên şer de wiha gotibû: “Heke hewce bike ez ê 4 kesan bişînim Sûriyeyê. Dê 8 fûzeyan biavêjin Tirkiyeyê û bi vê yekê re ji bo şer hincetê çêbikim.”