Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin 2022-11-21 14:04:15   AMED - Li bakurê Kurdistanê 12 baroyan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: “Li şûna operasyonên leşkerî ku dê rê li ber pirsgirêkên nû vekin, em bang li hikûmetê dikin ku rêyên çareseriya siyasî peyda bike.”    Li bakurê Kurdistanê 12 baroyan têkildarî êrişa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federa ya Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî, bi sernavê “Divê em di her şert û mercan de aştiyê biparêzin!” hat weşandin. Baroyan diyar kir ku di encama êrişan de kuştî û birîndar çêbûne û heke ev operasyonên leşkerî bidomin, dê hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibin.    ‘PÊDIVIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE’   Bi domdarî di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êriş li dijî herêmên kurdan ên ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin hatiye kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Şer, pevçûn û tundî berevajî çareserkirina pirsgirêkan, rê li ber kûrkirina pirsgirêkan dikin. Pêdiviya me ne bi operasyonên leşkerî yên li dijî herêmên ku gelemperî kurd lê dijîn lê bi aştiyê heye. Divê Tirkiye têkiliyên xwe yên bi gelên cîranên xwe re ber çavan re derbas bike û ev yek pêwîstiyeke. Hemû kes, kom û gel xwedî mafê jiyaneke aştiyane ne. Bicihanîna vî mafî û parastina wê, berpirsyartiya dewletê ye. Weke baroyên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin; em bi berpirsyartiya parastina aştiyê radibin û dixwazin ku operasyonên ku rê li ber pirsgirêkên nû vedikin bên bidawîkirin û bang li hikûmetê dikin ku li ber çareseriyên siyasî yên aştiyane bigere.”   Baroyên ku daxuyanî îmzekirin ev in: “Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.”