Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar 2022-11-21 14:20:29   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê di roja 623’yemîn a Nobeta Edaletê de çû serdana Malbata Şenyaşar û xwest daxuyaniyê bide lê polîsan destûr nedan. Emîn Şenyaşar bertek nîşanî walîtiyê da û wiha got: “Li şûna ku qedexeyan derxînî, kujeran bibîne û dîmenan peyda bike.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 623’yan de berdewam kir. Platforma Jinan a Rihayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî çû serdana malbatê. Bi hatina jinan re polîsan dor lê girt û bi hinceta biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” a bo 15 rojan, nehiştin ku daxuyanî were dayîn.    Jinan bertek nîşanî biryarê dan û heta demekî dirêj bi Malbata Şenyaşar re nobet girtin. Di vê navberê de Emîne Şenyaşar bertek nîşanî biryara qedexeyê ya walîtiyê da û wiha got: “Li şûna ku qedexeyan derxînî, kujeran bibîne û dîmenan peyda bike.”    Jinan, heta demekî bi malbatê re nobet girtin û piştre ji wir çûn.