Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne 2022-11-21 15:55:41   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di Doza Kobanê de axivî, diyar kir ku wê pêvajoya xerab a li Tirkiyeyê jin biguherînin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî wiha got: “Em ê pergala heramiyan hilweşînin, di tifaqa jinan de wê her tişt sererast be.   Rûniştina 1’emîn a 19’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, duh danişîna eywana li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.     Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, jinên ji rêxistinên HDP’ê yên Amed û Enqere, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî yên jin û gelek parêzer tev li danişînê bûn.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tevlî danişînê bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên girtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina evraqên li dosyayan hatin zêdekirin dest pê kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ku piştî xwendina evraqan axivî bi gotinên “We çima jin negirtin vê eywanê we girtin eywana jêr” bertek nîşanî şandeya dadgehê da.    YUKSEKDAG: JINÊN LI BER XWE DIDIN HENE   Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a bi silavkirina jinên danişîn temaşe dikir dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Ser Jinan bi pêvajoyeke tundiyê tê pêşwazîkirin û wiha got: “Jinên tundî li wan tê kirin nînin, jinên li ber xwe didin hene. Jinên ku weke jinên li Îranê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz dikin hene. Deng û dirûşmeya serdemê ev e. Di 25’ê Mijdarê de jî em ê jinên her roj li kolanan tên kuştin, tundî li wan tê kirin ne em ê jinên li ber xwe didin biaxivin.  Jinên berxwedêr ne tenê li kolanan û malê li eywana dadgehê jî berxwedana xwe didomînin. Doza Kobanê dest pê kirî were em li dijî vê zilmê berxwedana xwe pêşkeş dikin.”   ‘BIRYARBÛNA JINAN TÊ DARIZANDIN’   Yuksekdag, bi lêv kir ku qetilkirina jinan birîna nekewandî ya rastiya civakî ye û wiha got: “Hewce nake ku tenê mirov di asta pêşiyê ya têkoşînê bin, xwedî derketina jinana a nasnameya xwe, hefskirina wan weke sedemekî polîtîk tê dîtin. Şebnem Korûr Fîncanci mînaka vê ya herî berbiçav e. Jinên ku dengê xwe derdixînin rastiya rastiya daraza mêr û mêrê serdest tîne ziman. Dizanin ku ev têkoşîn tê wateya tundiyek û zilmeke çawa. Bi Doza Kobanê û Doza Girtinê hêza jinan tê darizandin. Hêza jinan îro jî têk nebirin wê sibê jî têk nebin.”   Yuksekdag, axaftina xwe wiha domand: “Em ê têkoşîna xwe li eywanên danişînê li kolanan mezin bikin û bidomînin. Ji ber jin îtaet nakin pergal wan ceza dike. Li Tirkiyeyê heta niha tu kesê evqas aşkere bi awayekî zelal êrişî bedena jinê nekiribû. Serokkomar fermana ku dê jin çend zarokan çêbikin dide. Biryara ka jin dê zarokan çêbikin an çênakin dide. Tu caran bi awayekî ev qas vekirî êrişî bedena jinê nehatibû kirin. Em behsa mafên li ser bedena jinê ku nayên nîqaşkirin dikin.   EM BI JIN JIYAN AZADIYÊ CESARETA JIYANÊ DIGIRIN   Hemû pergalên faşîst, hewl didin li ser laşê jinê zordariya xwe ava bikin. Baş e ku jinên li dijî vê li ber xwe didin hene. Baş e ku berzkirina dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bilind dibe û em cesareta jiyanê dibînin. Hemû jinên cîhanê xwe bi têkoşîna ‘jin jiyan azadî’ ve digirin. Wê pêvajoya xerab a li Tirkiyeyê jin biguherînin. Heta ku ev jin hebin em ê zêdetir nêzî rêya azadiyê bin.    ÊRIŞÎ AXA ROJAVA DIKIN    Li ber çavên civakê derewan dikin, herkes dizane ku derew e. Saziyên medyayê ku ketine destê wan piştevaniya van senaryoyan dikin. Li ser komkujiya Taksimê êrişî bakurê Sûriyeyê kirin. Tevî ku rastî derket holê jî li ser derewan êrişî axa Rojava kirin. Li ser tundiyê siyaseta tundiyê afirandin. Em îro li eywana danişînê têkoşîna xwe mezin dikin Em ê li dijî provokasyonan her cure polîtîkayên tundiyê weke HDP, weke jin bejin ‘jin jiyan azadî’. Em li dijî vê zilma pergal li me ferz dike li ber xwe bidin. Hêvî dikim ku bi dirûşmeya jin jiyan azadî pêşiya jinan ronî be.”   KIŞANAK: JI BO ME GOT DAIŞ’Ê RAWESTÎNIN EM TÊN DARIZANDIN   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a mafê axaftinê girt, diyar kir ku wê pergala nijadperest bidome û wiha got: “Ji ber me got bila Kobanê nekeve dest DAIŞ’ê, bila Tirkiye rêya alikariyê veke û dê DAIŞ jinan qetil bike em tên darizandin. Me bi belgeyan dît ku ev doz ne dozeke bi bûyeran re eleqedar e. Ev doz doza têkoşîna azadiya jinê ye. Ji ber em li dijî qetilkirin û tecawizkirina jinan derketin tên darizandin. Kes nikare vê heqîqetê veşêre.”    ÊRIŞA LI DIJÎ JINÊN BERXWEDÊR    Kişanak, bi lêv kir ku hişmendiya otoriter a li Tirkiyeyê ji sala 2016’an ve êrişî mafên jinan ên li ber xwe didin dike û wiha berdewam kir: “Darbeya qirkirina siyasî kirin, em avêtin girtîgehê, du sedemên bingehîn hene. Ya ewil; ji jinan re gotin di siyasetê de zêde pêş nekevin kesên vê dikin em dişinin girtîgehê. Bi vî awayî çavên wan tirsandin. Ya duyemîn jî li dijî tev li bûna jinan a rêveberiyên herêmî pergala dîktatoriyê hate avakirin. Ji sala 2016’an ve kesên xebatên jinan dimeşînin hedef hatin nişandan. Li dijî saziyên ku têkildarî mafên jinan xebatan dikin jî lêpirsîn dane destpêkirin. Derdê wan hemû ew bû ku ji jinan re bêjin ‘li mala xwe rûnin, îtaet bikin’. Jin li kolanan dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Bîat nekirin û wê serî jî netewînin. Ji bo ala azadî, demokrasî û aştiyê hilgirin bedelê wê çi bibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.”   ‘WÊ TIFAQA JINAN HER TIŞTÎ JI NÛ VE SERERAST BIKE’   Kışanak, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di polîtîkayên şer de dîsa jin weke penaber ketin rêyan. Hêj jî provokasyonan û komployan dikin. Em dibînin ku teqîna li Taksîme komployeke û ji bo pêvajoya hilbijartinê hatiye plankirin. Em destûr nadin ku bi senaryoyan dîsa desthilatê ava bikin û sedsaleke din ji gelên me bidizin. Em bi îdiane ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, têkoşîna jinan a li Îranê jî vê dide nîşan dan. Jinên ku tevî propagandaya reş a li Tirkiyeyê kolanan terk nakin û piştevaniyê mezin dikin jî vê didin nişandan. Em di encama vê komployê di girtîgehê de ne lê dilê me bi jinan re ye. Yek saniye be jî em ji hev dûr neketin, me dest ji têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê berneda. Em ê vê pergala heramiyan hilweşînin û wê tifaqa jinan her tiştî ji nû ve sererast bike.”