'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye' 2022-11-22 09:01:31   AMED - Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de wekî projeyeke "tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan" nirxand û wiha got: "Divê em wisa li vê projeyê mêze bikin. Beriya niha çi rû dabe, di siberojê de jî dê rû bidin."     Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, bi biryarnameyekê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de "Serokatiya Cemxaneyan" ava kir. Bertekên li hemberî vê serokatiyê didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) a Dêrsimê Mûsa Kûlû jî bertek nîşanî vê serokatiya navbirî da û got ku ev projeyeke "tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan" e.   SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ    Kûlû diyar kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê xwe disipêrin senzeta tirk-îslamê ya dema avakirina komarê û got ku ev yek nasname û baweriyên cuda qebûl nake, tune dihesibîne û dixwaze wan teslîm bigire. Kûlû wiha axivî: “Ne kurdan ne elewiyan ne jî ereban nas nakin. Sed salên komarê bi komkujî, bişavtin û êrişan derbas bûne. Ji bo nimûne, komkujiya ermeniyan, Koçgirî, Zîlan, Koçgirî, Zîlan, Şêx Seîd, Dersim li ber çavan e. Her wiha komkujiyên li Mereş, Gazî û Sêwazê yên li hemberî elewiyan, îro wekî komkujiya Pirsûs û Gara Enqereyê rû dane."    Kûlû anî ziman ku elewî di dîrokê de her tim mafên elewiyan û baweriya wan tune hatine hesibandin û ji bo bên tunekirin her tim bi komkujiyan re rû bi rû mane û got ku, lê sed sal in bi ser neketine. Kûlû destnîşan kir ku bi avakirina "serokatiya cemxaneyê" re armanc an tunekirin e an jî bi temamî kontrolkirina elewiyan e û wiha pê de çû: “Suleyman Demîrel gava serokkomar bû, gazî Îzzet Dogan  kir. Got, 'here li Stenbolê weqfa elewiyan veke.’ Di dema xebata vekirina weqfê de, li Enqereyê weqfa elewiyan hat vekirin. Dogan ji Demîrel re got, ‘Te ez şandim weqfê vekim, lê we weqf vekirye û haya min ji vê tune ye. Demîrel jî dibêje, 'Haya min jî jê tune ye, dewletê vekirye.'  Li vir ev tişt derdikeve holê ku dewleta kûr li vî welatî ji bo hemû dîn, bawerî û nasnameyan dîzayn bike, têxe nava qaliban tevdigere û pergala xwe wisa berdewam dike."   ‘EV PROJE CUDAHIYAN TUNE DIKE’   Kûlû di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Projeya Tifaqa Cumhûrê, di sedsala duduyan a komarê de li Tirkiyeyê avakirina komareke netewperest a îslamî ye. Her wiha ev, dixwaze civakên din tine bike an jî bîne ata sertewandinê. Ev proje, tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan e. Lewma divê em wisa li vê projeyê mêze bikin. Beriya niha çi rû dabe, di siberojê de jî dê rû bidin."   ‘ELEWÎTÎ NE PARÇEYEKE DÎNÊN DIN E'   Kûlû da zanîn ku biryarnameyekê daxilîbûna elewîtiyê ya nava çandê tê wateya tunekirina bîra civaka elewîtiyê û wiha got: "Em wekî ji derveyê dînê semavî bi heqîqet û ibadetên rîtuel hene. Baweriya me cuda ye, lê radibin wekî parçeyeke baweriya mûsewî yan jî wekî rêya xwe windakiri û jirêderketî dinirxînîn. Elewîtî bi xwe baweriyeke xweser e û ne parçeyekî tu baweriyan e. Divê her kes vê wisa bizanibe. Ji bilî vê em tu wateyên din qebûl nakin.’’   ‘EW DABEŞKIRIN DABEŞKIRIN BIREVEBIRINE’   Kûlû bal kişand ser gelek saziyên elewiyan ên ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin û wiha got: "Ev proje ne. Bi vê re dixwazin bandorê li civakê bikin û pêvajoya xwe temam bikin.’’ Kûlû anî ziman ku divê elewî  li hemberê vê polîtîkayê rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em musade nadin zilm û bişavtinê. Dewlet her tim elewiyên xwe, kurdên xwe, lazên xwe û suniyên xwe diafirîne. Bi hezaran salan e gelê me li hemberî zilmê, bi rêya heq û heqîqetê li ber xwe daye. Mirateyeke wisa ji me re hiştiye pêşengên me. Êdî tu kes nikare baweriya elewîtiyê têxe nava qaliban. Tu kes vê yekê qebûl nake û dîrok ji vî tiştî nîşan dide."   Kûlû anî ziman ku tişta niha bi "Serokatiya Cemxaneyê" ya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê tê kirin heqaret e li elewîtiyê û got: "Ev heqaret e û biçûkxistina elewiyan e. Li welatekî ku 25 milyon elewî lê hene, hûn rabin ser navê welatiya wekhev elewîtiyê bi Wezareta Çandê ve girêbidin, ev tê wateya jiholêrakirina civaka elewî. Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin."   Kûlû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê elewî di çarçoveya destûra bingehîn de wekî welatiyên wekhev bên qebûlkirin û got: "Eger ev çênebe ne meseleya kurdî ne jî meseleyên din dê çareser nebin. Dê aştî û demokrasî neyên. Lewma divê li vî welatî ji bo kurd, tirk, ereb û elewiyan qanûneke li ser asasê wekheviyê bê çêkirin."    MA / Mehmet Guleş