4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin 2022-11-22 12:38:50   RIHA – 4 zarokên 16-17 salî ên li Wêranşarê bi îdiaya ala dibistanê daxistine hatine binçavkirin li qereqola cendirmeyan hatine derbkirin.    Li dibistaneke navîn a Taxa Cendele ya navçeya Wêranşar a Rihayê bi îdiaya ku "ala dibistanê anîne xwarê" zarokên bi navên M.S.A., E.A.,A.A û B.A. ên 16-17 salî hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Zarokê bi navê B.A. piştî îfadeya xwe hate berdan lê belê her sê zarokên din birin edliyeya navçeyê. Dozgeriyê piştî ku îfadeyên zarokan girt, bi îdiaya “nîşaneyên dewletê bi awayek vekirî biçûkxistin” sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Dadgehê bi şertê kontrola edlî 3 zarokan berda.   ZAROK: EM HATIN DERBKIRIN   Zarokan di îfadeyên xwe yên li dadgehê destnîşan kirin ku ew li taxê û li qereqolê ji hêla  gelek leşkeran ve hatine derbkirin û giliyê leşkeran kirin.    Zarok çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û rapora derbkirinê stendin.