Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin 2022-11-22 15:18:21   RIHA - Rojnamevan Ekrem Berekat diyar kir ku nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah dema ku êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser bajarê Dêrikê ve dişopand hatiye qetilkirin û li pey wî nûçeyên çêkiriye û kameraya wî şewitî ye maye û bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên pîşeyî da.    Yek ji 11 kesên ku di êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê Dêrikê Îsam Ebdullah bû. Ebdullah ku êrişa li gundê Teqil Betil ê Dêrikê bi kameraya xwe ji cîhanê re ragihand, bi sedan nûçe û kameraya xwe ya ku di êrişê de şewitî li pey xwe hişt. Ji edîtorên ANHA’yê Ekrem Berakat behsa hevpîşeyê xwe Îsam Ebdullah kir. Berekat da zanîn ku Ebdullah ê ku bi kesayeta xwe ya hejmetkar dihat naskirin.    KÊLIYA KU JI CÎHANÊ RE GEŞEDANAN RADIGIHAND HAT QETILKIRIN    Berekat da zanîn ku Ebdullah berê di Ronahî TV de dixebitî û ji sala 2018’an ve di ANHA’yê de dixebite û Ebdullah li Dêrik û Qamişloyê nûçegihanî dikir. Berekat anî ziman ku êrişa hewayî ya dewleta tirk a di 20’ê Mijdarê de li ser gundê Teqil Bekîl pêk anîbû û hevpîşeyê wî Ebdullah di vê êrişê de hat qetilkirin û got: “Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk hat. Her wiha santrala Teqil Betil a ku enerjiyê dide 65 gundên Dêrikê jî hedef hat girtin. Îsam pêşî çû cihê ku bombe lê ketine. Ew çû wir da ku agahiyê bide raya giştî. Çû cihê bûyerê û beriya her kesî li wir bû. Piştî ku hat wir nûçe çêkir û ji ajansê re şand. Dîsa li cihê bûyerê girêdayî Stêrk TV bû û geşedanan ragihand. Di êrişa duyemîn de dema bi 10 kesên din re li ser kar bû şehîd bû. Îsam Ebdullah jî mîna nûçegihanên din ên ANHA’yê 24 saetan bi kamera û pênûsa xwe rastiyan û hovîtiyan radigihand. Ji ber ku li herêmê şerekî mezin heye, çi dibe bila bibe, wê Ebdullah jî wek yên din xwe digihand wir. Kesekî mutewazî bû. Wî civak baş nas dikir. Loma jî ji aliyê her kesî ve dihat naskirin û hezkirin. Ew rojnamevanek hêja bû.”    LI SÊMALKA JÎ BIRÎNDAR BÛBÛ    Berekat diyar kir ku Ebdullah bi felsefeya çapemeniya azad rojnamegeriya xwe kir û wiha got: "Ji bo îfşakirina êriş û neheqiyên li ser vî gelî bi erka xwe radibû. Deqeyek jî ranewestiya. Her wiha çalakiyên li ser sînor jî dişopand û Çalakiyên 6 mehan ên malbatên şehîdan ên li Sêmelkayê kêlî bi kêlî ji raya giştî re radigahdn. Li wir bi daran êrişî wî kirin û birîndar bûbû. Lê belê dev pîşeya xwe birûmet berneda."   BERTEK NÎŞANÎ RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ DA    Berekat anî ziman ku Ebdullah ne yekemîn hevpîşeyê wan e ku di êrişên li herêmê de hat qetilkirin û rojnamevan Saîd Ehmed, Rizgar Deniz û Dilîşan Îbiş jî berê di êrişên çeteyên DAIŞ û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Berekat herî dawî wiha got: "Em hewl didin rastiyê ji cîhanê re ragihînin. Em pîşeya xwe bi berpirsyariya çapemeniya azad didomînin. Lê bêdengiya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û saziyên ku mafên rojnamegeran diparêzin cihê xembariyê ye. Divê ew bêdeng nemînin.”   MA / Mujdat Can