Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir 2022-11-22 16:58:24   ENQERE - Siyasetmedar Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku biryarên DMME’yê raperîna wan a mafdar piştrast dike.    Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê di roja 2’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Danişînê bi axaftin ango parastina siyasetmedaran berdewam kir.    Di danişînê de siyasetmedar Zeynep Olbecî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di danişîna Doza Kobanê de axivîn.    EW DAN SONDÊ    Demîrtaş di danişînê de bersiva heyeta dadgehê da û got: “Merdan Ruştuovalioglû tiştek di guhê we de dibêje. Ne di jiyana me ya siyasî de ne jî di darizandina me de me ji kesî ferman negirt û em nagirin. Baş e gelo hûn wek heyeta dadgehê dikarin sond bixwin ku ji hev fermanê nagirin? Em dipirsin ku gelo dozger bi kî re doznameyê amade kiriye?     HÛN ME JI BO ÎKTIDARA ERDOGAN DIGIRIN   Hûn biryarên berê yên derbarê me de hatine girtin tînin û tdixin nava dosyeyên me. Ev qeydên me ne, lê ev qeyda we jî. DMME dibêje we wek komîte ji bo xatirê Erdogan girtin û dadgeh kirin. Hûn dikarin bi yek hevokê jî bibêjin, lê DMME’yê biryara xwe daye. Di destê we de biryara Demîrtaş û Yuksekdag heye. Di van her duyan de hemû heyetên we diyar kirin ku wan ji azadiya me bêpar kirin, destwerdana referandûmê kirin, ji xeynî xebatên dadwerî yên ji bo armancên siyasî bi sûcên giran mudaxeleyî îradeya hilbijêran kirin. Got ku azadiya ramanê ya gelek kesan bi tevlîbûna hevalên me di nava vê komployê de hatiye binpêkirin. Bi awayekî eşkere we bi mebestên siyasî tevgeriya. Li vir tiştê ku divê hûn bikin ev e, ji dozê vekişin. Erdogan û Bahçelî ji bo xatirê îktidara xwe me dîl digirin. Ew biryar didin û hûn jî biryara wan disepînin.”   TUNCEL: DMME’YÊ MAFDARIYA ME PIŞTRAST KIR    Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî li ser biryara DMME’yê rawestiya û destnîşan kir ku biryara DMME’yê ji aliyê Erdogan ve hatiye astengkirin.  Tuncel wiha axivî: “2 sal in em dibêjin li dadgehê ev yek komplo ye, sûc nîne. Me got mafê me yê rêxistinbûnê, mafê me yê siyasî û têkoşîna me tê darizandin û me ev yek ji DMME’yê re jî got. Em 6 sal in di serhildana xwe de rast in, ev dozek siyasî ye, ev doz bi talîmateke siyasî hatiye amadekirin. DMME jî bersiv da îktidarê. Birayra DMME’yê jî radixe ber çavan ku em çiqas di raperîna xwe de mafdar in û raperîna me piştrast dike. Li ser biryarên Demirtaş jî amaje bi wê yekê kir ku ev doz çiqas siyasî ye.”    Danişîn bi axaftina siyasetmedaran didome.