Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye 2022-11-22 19:47:27       MÊRDÎN - Platforma Ked û Azadiyê ya Mêrdînê ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da, got: “Pêvajoya şer, ji bo gelan, zarokan, kedkaran û jinan mirin, feqîrî, metîngerî û şêlandinê bi xwe re tîne.”   Platforma Ked û Azadiyê ya Mêrdînê têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Hûn bi zext û binçavkirinan nikarin me bitirsînin” û “Ji dagirkerî û şer re na” hatin vekirin û dirûşmeyên “Hûn bi zextê nikarin me bitirsînin” û “Ji şer re na, aştî a niha” hatin berzkirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, Hevserokên HDP’a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît û Berîvan Bahçecî, endamên HDP’ê, TJA, KESK, Egîtîm-Sen, SES, Însiyatifa Dayîkên Aştiyê û gelek sazî tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘AKP-MHP, BI KAOSÊ DIXWAZE BER BI HILBIJARTINÊ VE BIÇE’   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Mêrdînê Ozgur Bîlek, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser xirabiya pêvajoya şer. Bîlek da zanîn ku pêvajoya şer, ji bo gelan, zarokan, kedkaran û jinan hîn bêtir mirin, feqîrî, metîngerî û şêlandinê bi xwe re tîne. Bilek destnîşan kir ku hêzên emperyalîst û dîktayî, polîtîkayên şer bi destê xwe çêdikin û van polîtîkayan dikin amûrekee netewperestî û dijminatiya di nava gelan de. Bîlek bi domdarî wiha got: “Bloka desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi kaosê dixwazin ber bi hilbijartinê ve biçin, bi êrişên xwe yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo herêmê ji xeynî azirandina şer zêdetir tiştekî din nakin. Kesên ku li hemberî van polîtîkayên şer jî radibin binçav dikin. Her wiha hevalên me yên Platforma Ked û Azadiyê ya Amedê jî ji ber ku bertek nîşanî van êrişan dan hatin binçavkirin. Hevalên me yên ku bi awaykî bêhiqûqî hatine binçavkirin bila zû werin berdan."   ‘ŞER ZÊDETIR AŞTÎ HEWCE YE’   Bîlek diyar kir ku ji bo gelên karker û kedkar yên Tirkiyeyê îro ji şer zêdetir aştî hewce ye. Bîlek wiha bi dawî kir: “Diyar e ku di pêvajoya dawî de li Tirkiyeyê, desthilatdariyê polîtîkayên mezhebî, jihevqutkirinê û tekparêz zêde kirine, di Rojhilata Navîn de nabe çareserî, her wiha dibe çavkaniya pirsgirêkan û dibe pirsgirêka ewlehiyê. Em kedkar, dê di pêvajoyek wisa de bibiryar di aştî û azadiyê de israr bikin. Xwesteka me, li Rojhilata Navîn û welêt jiyaneke biratî û aştiyane ye. Li dijî budçeya ku ji bo şer, sermaye û ewlehiyê tê dayîn, di pêvajoya têkoşîna me ya bi destxistina budçeya demokratîk a mafê kedkaran û jiyanekee mirovane de wextê gotina ‘ji şer re na, aştî a niha' ye.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Ji şer re na, aştî a niha” bi dawî bû.