Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat 2022-11-23 08:34:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Saridere- Golyaka ya Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat. Ji ber erdhejê gelek bajarên derdorê jî hejiyan.    Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku li Saridere-Golyaka ya Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat. Hat zanîn ku erdhej serê sibehê saet di 04.08'an de di 10.6 kûrahiya binêr erdê de pêk hat.    Serokê Şaredariya Duzceyê Faruk Ozlu da zanîn ku ceyranên li bajar hatine birîn û têkildarî mirî û birîndaran de tu agahî nehatine ber destê wan.    Her wiha piştî erdheja bi pileya 6.0,  di heman demê de 18 erdhejên din ên biçûk çêbûn.    Ji ber erdhejê her wiha bajarên weke Bolu, Enqere, Eskîşehîr, Kutahya, Bursa, Kocaelî, Stenbol û Edîrne jî hejiyan.