Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye 2022-11-23 09:03:29   ŞIRNEX - Jinên li gundê Elemûnê yê li sînorê başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên li ser Rojavayê dan û gotin: "Dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye. Divê em bibin yek û ber bi sînor ve bimeşin."    Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên Herêma Kurdistana Federe kir. Balafirên ku li pey hev rabûn, Kobanê, Şehba, Dêrik û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Li bajarê Kobanê ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin hatibû dayîn, Girê Miştenûrê, gundê Helincê û Taxa Kaniya Kurdan ên li rojhilatê bajêr dikevin hatin bombebarankirin. Piştre jî gundên Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê, Keleha Şiwarxê ya li navçeya Şerayê û embarên genim ên Dehir Ereb ku li bakurê rojhilatê Zirganê ne hatin bombebarankirin. Heta niha di bombardimanên Tirkiyeyê de, 11 sivîl û rojnamegerek hatine qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûne. 14 leşkerên rejîma Şamê jî mirin. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê ji her devaran bertekên gelê kurd zêde dibin. Li gundê Elemûn yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku li aliyê sînorê Başûrê Kurdistanê dikeve jinan bang kir û gotin ku dem dema xwedîderketin li Rojavayê ye.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zîlan Yamanê bi lêv kir ku divê her jinek îro xwedî li Rojavayê dekeve û wiha axivî: "Banga me ji bo hemû Kurdistanê ev e; em dixwazin hemû jin bi hev re rabin û li hemberî vî şerê li ser Rojavayê tê meşandin deng derxînin. Weke hinceta bombardumankirina Rojavayê bûyera Taksîmê tê nîşandin. Ji bo ku êrîş bikin vê ji xwe re dikin hincet û êrîş li ser Rojavayê dibin. Lê belê nikarin. Beriya niha jî DAÎŞ'ê êrîş bir li ser Rojavayê, lê negihişt armanca xwe. Çi bikin bila bikin nikarin kurdan xelas bikin. Em dixwazin her jinek li hemberî vî şerî deng derxîne. Çawa dema ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Rojavayê me dengê xwe derxist, divê em dîsa bi heman ruhî dengê xwe derbixînin. Em xwedî li Kobanê derbikevin û bibin dengê Kobanê."    'ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM AMADE NE'   Ji jinan Fatma Ecerê (70) jî diyar kir ku tişta ku niha dewleta tirk dike dagirkerî ye û got: "Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ji bo Kobanê tişta ku bikeve li ser milê me em amade ne. Çi ji destê me bê em amade ne. Xwedê vê ji wan re nehelê. Xwedê vê zilmê ji ser serê me rake. Xwedê ji Erdogan re nebe alîkar. Li ku derê hatiye dîtin ku zarok, jin û ciwan ji hewayê ve bi bombardumanê hatine qetilkirin? Divê em hemû rabin ser pêyan û biqîrîn û bibêjin, 'Dewleta tirk zilmê dike.' Ev çi ye tîne serê me. Bila vê zilma xwe bi dawî bikin."   'DIVÊ EM KOBANÊ BI TENÊ NEHÊLIN'   Ayşe Ecerê (50), bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojavayê Kurdistanê dan û got ku îro dem dema xwedîderketina li Kobanê ye û ev tişt gotin: "Îro kurd tên kuştin, dema ku em di televîzyonê de dibînin em ji xwe şerm dikin ku temaşe bikin. Em dixwazin, van êrîşên xwe yên li ser Kobanê bidin sekinandin. Divê em hemû piştgiriyê bidin Kobanê. Em kurd hemû birayên hev in. Kîjan kurd pişta xwe bide doza kurdan ew ne însan e. Divê îro em hemû li pey vê dozê biçin. Divê em ber bi sînor ve bimeşin û van êrîşan bidin sekinandin. Erdogan zilmê dike. Erdogan nikare me bixapîne. Çi dike bila bike em ê dev ji doza xwe ya rewa bernedin. Divê em Kobanê bi tenê nehêlin û em kurd hemû rabin ser pêyan."    'DIVÊ EM BER BI SÎNOR VE BIMEŞIN'   Emîne Olmez (53) jî anî ziman ku divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li Kobanê derkeve û wiha axivî: "Em vê zilmê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin. Divê em hemû îro piştgiriyê bidin Kobanê. Em bi van êrîşan diêşin. Îro li her derî zarokên me di bin zilmê de ne. Ev zilma ku îro li Kobanê tê kirin divê em bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin Kobanê. Divê em ber bi sînor ve bimeşin û van êrîşan qebûl nekin. Divê em dakevin qadan û ji vê zilmê re bêjin na. Bila bes zarokên me bombebaran bikin. Çi karê wî li Kobanê heye, çi karê dewleta tirk li Iraqê heye?"   Zumeyra Olmez (55) daxwaz kir ku her kurd li dijî êrîşan bibin tifaq û ev bang kir: "Heger ku min karîbûya ez ê biçûma Kobanê. Em hez nakin zilmê bikin. Xwedê vê zilma Erdogan qebûl neke. Xwedê wî negihîjine encamekê. Îro bi taybetî dayik çi ji destê wan tê divê bikin. Ji bo parastina berjewendiyên kurd çi ji destê me tê divê bikin."   Sabuha Olmez (50) jî got ku ew hêvîdar in ku ev zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe û got: "Xwedê me ji bin zilma dewleta tirk derxîne. Xwedê me bi ser bixe. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Tirk xayin e, zalim e, bêbext e. Diçe Efrînê, diçe Kobanê û çi ji destê wî tê dike. Bi destûra xwedê em ê ji bin vê zilmê derkevin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn."